Asayîşa Êzidxanê wê sala nû hîn mezin û berfireh bibe

Asayîşa Êzidxanê karên xwe yên salekê nirxand û têkildarî sala nû hate gotin, "Wê yek ji armancên asayîşê ya sala nû avakirina Asayîşa Jinê ya Êzidxanê, vekirina gelek beşên nû li bin banê asayîşa Êzidxanê û pêkanîna dewreyên pisporiyê be."

Fermandariya Asayîşa Êzidxanê ji bo nirxandina kar û çalakiyên 2023’an civîneke berfireh lidarxist û encama karên salekê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

Di civînê de rewşa perwerdeyê, mezinkirina asayîşa Êzidxanê, vekirina beşên nû, operasyonên li dijî torên sûc, rewşa ewlekariya hundirîn, êrîşên hewayî û bejahî û gelek mijarên din hatin nirxandin. Her wiha plansazî û hedefên sala nû ya xebatê hate derxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, asayîşa Êzidxanê plansaziyên konferansa asayîşê di sala 2023’an de derxistibû, piranî bicîh aniye û ji bo profesyonelkirina xebatên asayîşê jî wê di sala 2024’an de bernameyeke bihêz deyne pêş xwe. Her wiha bilançoya dewreyên perwerdeyê yên di çarçoveya girtina endamên nû û pisporiyê de jî eşkere kir.

Fermandariya Asayîşa Êzidxanê ragihand erka wan a sereke parastina Şengalê bûye û yek ji wan erkên parastinê jî parastina meş (xwepêşandan), civînên girseyî, cejn, şahî, merasîmên oxirkirina şehîdan bûye û hate gotin, di vê çarçoveyê de 409 erk hatine bicîhanîn.

Fermandariya Asayîşa Êzidxanê di beşeke din de jî diyar kir erkeke din a esasî ya asayîşa Êzidxanê jî pirsgirêkên şêniyane û ev agahî hatin parvekirin: “Çi ji pirsgirêkên malbatî yan jî eşîretê çavkaniyan xwe digirin dibe, çi jî pirsgirêkên şêniyan dibin, gelek pirsgirêkên mîna wan ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatine çareserkirin. Beşeke ji van pirsgirêkan jî bi meclîsên gel û hêzên parastinê yên herêmê re hatine çareser kirin. Bi taybet di sala 2023’ an de gelek pirsgirêkên civakî hatine çareserkirin. Bi giştî 126 pirsgirêkên li herêmê hatine çareserkirin.”

Asayîşa Êzidxanê ragihand ji ber sedemên eşayîrî, pirsgirêkên civakî û bahaneyên di bin navê ‘Exlaq’ de di nava salê de 20 bûyer rû dane, ji bo şopandina van bûyeran li gel polîsên federal bi hemahengî kar hatiye kirin.

Li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li herêmê bi destê sîxûran ‘Dijminên Kokê’ pêk hatine jî Asayîşa Êzidxanê agahiyên bi vî rengî parve kir: “Di sala 2023’yan de gelek êrîşên hewayî û cûrbecûr li qada me pêk hatine, hemû êrîşên ku pêk hatine ji aliyê Asayîşa Êzîdxanê ve hatine lêkolînkirin û tomarkirin. Bi giştî di salê de 7 êrişên bi balafirên bêmirov pêkhatine û di encamê de 9 kes şehîd bûne. Her wiha êrîşeke sûîkastê jî çêbûye û di encamê de kesek şehîd bûye.”

Asayîşa Êzidxanê di çarçoveya Akademiyên Şehîd Şerzad, Şehîd Şengal û Şehîd Selam yên pisporî û endamên nû de, bi giştî 17 dewre vekirine û 278 endamên asayîşê di perwerdeyê re derbaskirine.

Di nava salê de 9 beş ji bo mezinkirina xebatên asayîşê hatine avakirin û beşên ragihandin, arşîv, çavdêrî û akademiyan di nava salê de dest bi xebatên xwe kirine.

Di daxuyaniya bîlançoyê ya asayîşê de hate gotin, ew ê li ser perspektîfên fermandar şehîd Şerzad, Dîndar, Şervan, Selam û Kemal, xebatên xwe yên sala nû ya têkoşînê mezintir bikin, civaka xwe ji fermanan biparêzin, biryarên konferansê yên nehatine bi cih anîn bi temamî di nava salê de pêkbînin.

Her wiha hate gotin, wan di civîna xwe ya dawiya salê de hemû kêmasiyên di xebatê de nirxandine, kêmasiyên hene berçavan re derbaskirine û di dawî de ev peyam hate dayîn: “Emê xebatên pisporiya endaman zêdetir dewlemend bikin. Ji ber wê jî di despêkê de emê xwedî planekî bin ku destê dijmin yê di hindir de bişikînin. Asayîşa Êzdixanê wê bi şerê taybet yên dixwazin li Şengalê bimeşînin re têbikoşe, li dijî yên ‘xwefiroş, sîxûran’ jî xebatên xwe mezin bike. Dîsa wê xebatên vekirina beşa li dijî tawanan, beşa ewlekariyê, dîwana asayîşê, asayişa Jin a Êzidxanê weke çend hedefên nû ya di vê di salê de bi cih bîne, bide pêşiya xwe.”