BI DÎMEN

Niyaz Hamîd: Tevî planên PDK’yê jî Kerkûkê kurdistanîbûna xwe îsbat kir

Çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd got, "Tevî planên PDK’yê û hevkariya wê ya bi dewletên dagirker re û hewldanên erebkirina bajêr, Kerkûkê kurdistanîbûna xwe îsbat kir."

Li ser girîngiya Hilbijartina Encumena Kerkûkê ku piştî hijdeh salan hate lidarxistin, çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd ji ANF’yê re axivî û got: “Di 18'ê Kanûna 2023'an de hilbijartinên encumenên parêzgehan li Kerkûkê hatin kirin û lîsteyên Kurd, Ereb û Tirkmen beşdarî vê hilbijartinê bûn. Piştî hilbijartinê hin encam derketin ku yek ji wan jî careke din hate îsbakirin ku li Kerkûkê Kurd piranî ne. Tevî wan bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an ku PDK’yê bi MÎT’a Tirk û Îtlaeta Îranê re kirin, Kerkûkê kurdbûn û kurdistanîbûna xwe îsbat kir. Ev yek ji hejmara kursiyên Encumena Parêzgeha Kerkûkê diyar dibe.”

“LI SER KERKÛKÊ KOMPLOYEKE HERÊMÎ HEYE”

Li ser bûyerên 16’ê Cotmehê û birêvebirina Kerkûkê bi hêzeke şovenîst û leşkerî û her wiha li ser siyaseta erebkirina Kerkûkê, Niyaz Hamîd wiha axivî: “Divê ew yek ji bîra me neçe ku bûyerên piştî 16’ê Cotmehê komployek bûn ku dixwestin Kerkûkê bikin Heleb, lê belê ew komplo hat pûçkirin û Kerkûk hat parastin. Ev yek siyaseta Îran û Tirkiyeyê bû û bi hevkariya PDK û partiyên nav YNK’yê dihate meşandin. Lê belê tevî vê yekê jî hewlên dewletên dagirker ên Tirkiye û Îranê yên bi hevkariya PDK’yê ranewestiyan û komployên wan ên li Kerkûkê bi dawî nehatin. Bi hemahengiya dezgehên casûsî û bi piştîvaniya hikûmetên piştî Ebadî parêzgarekî şovenîst li ser Kerkûkê hate danîn. Vî parêzgarî bi destpêkirina peywira xwe re dest bi domandina siyaseta erebkirina Kerkûkê kir. Nivîsek derxist û tê de pîrozkirina Newrozê li Kerkûkê qedexe kir, lê belê di bin fişara xelkê de ev yek paşve kişandin. Gelek nimûne û belgeyên din hene ku nîşan didin ku komployên herêmî li ser Kerkûkê hene, dixwazin Kerkûkê ji kurdistanîbûna wê bişon. Ev yek bi hevkariya PDK û partiyên nav YNK’yê tê kirin. Ev partiyên nav YNK’yê heta kongreya çend sal berî niha di nav YNK’yê de pir karîger bûn.”

Niyaz Hamîd li ser birêvebirina Kerkûkê ji hêla aliyên Kurdî ve û tirsandina kesên ji neteweyên din ji birêvebirina partiyên Kurd û çêkirina riqê li hember desthilatdariya Kurdî ev tişt gotin, “Tevî ku ji sala 2003’yan heta 2017’an birêvebirina Kerkûkê birêvebirineke gelek klasîk bû jî, li Kerkûkê rola PDK’yê di tirsandina Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhiyan de hebû. Bi rêya çekdarên PDK’yê ewlehî dihate binpêkirin û xelk dihatin astengkirin û pere ji wan dihat wergirtin. Partiyên nav YNK’yê jî heman siyaset dimeşand. Vê yekê jî wisa kir ku desthilatdariya Kurd wêneyekî nexweşik û wêneyekî riq û kîn û nijadperestiyê nîşan bide û bertekên neteweyên din li hember birêvebirina  desthilatdariya Kurd baş nebin. Bûyerên 16’ê Cotmehê û Eniya Tirkmenan a di bin bandora dewleta Tirk a dagirker de rola wan li ser têkbirina seqamgîriya Kerkûkê hebû, bi taybetî jî ji ber çend êrişên terorîstî yên Tirkmen, DAIŞ û Beesiyên şovenîst ku li Kerkûkê çêkirin.”

“PDK Û PARTIYÊN ÎSLAMÎ BEŞEK IN JI DEWLETA TIRK A DAGIRKER”

Niyaz Hamîd li ser partiyên Îslamî û PDK’yê û têkilîya wan a bi dewleta Tirk re ev tişt anîn ziman: “Em dizanin di wexta çêkirina lîsteyan de PDK û partiyên Îslamî, ku beşek in ji dewleta Tirk a dagirker, nav mala Kurd belawela kirin û xwe nedan ber wê yekê ku partiyên Kurd lîsteyeke hevpar ava bikin. Lê belê tevî vê yekê jî hate îsbatkirin ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye û Kurd e. Ew aliyên ku Tirkiye li Kerkûkê piştgiriya wan dike û ew çekdar kirine, tevliheviyê derdixin. DAIŞ jî nêzîk e, li çiyayê Qereçoxê ye, dikare bi hevkariya lojîstîkî ya PDK’yê gelek êrişên terorîstî li nav Kerkûkê pêk bîne. Bi rastî çawa ku dewleta Tirk karî bi rêya DAIŞ’ê li Îranê teqînekê pêk bîne, dikare li Kerkûkê jî gelek êrişên terorîstî pêk bîne û xelkê Kerkûkê dilfikar bike û ewlehiya Kerkûkê xera bike.”

Her wiha li ser komployên dewleta Tirk û astengkirina wê yekê ku Kurd li Kerkûkê parêzgarê xwe daneynin, çavdêrê siyasî Niyaz Hamîd wiha got, “Çend roj berî niha Eniya Tirkmenan a terorîst bi Hakan Fîdan ra civîya. Hakan Fîdan plansazê terorîzma li dijî gelê Kurd e û di axaftineke xwe de aşkera aşkera got ku divê parêzgarê Kerkûkê Tirkmen be û çênabe ku PDK piştgiriya lîsteya YNK’yê bike. Bi vê yekê du şert avêtin nav qada siyasetmedaran li başûrê Kurdistanê û bi taybetî li Kerkûkê. Bi fikira min PDK nikare ji çarçoveya mercên dewleta Tirk a dagirker derkeve. Ji ber ku ev partî wek komeke siyasî naxebite, xulamiyê ji dewleta Tirk a dagirker re dike. Wekî cerdevanên bakurê Kurdistanê, PDK jî cerdevana başûrê Kurdistanê ye û dixwaze siyaseta dewleta Tirk li Kerkûkê bi cih bîne. Me di Îlona 2023’yan de dît ku komployeke çawa kirin û di encamê de çar ciwanên Kerkûkê kirin qurbanî. PDK û Eniya Tirkmenan tevlihevî derxistin da ku hilbijartinên Kerkûkê paş bikevin. Ji ber ku wan dizanî ku Kurd dê piraniya kursiyan bi dest bixin û parêzgarekî Kurd diyar bikin. PDK çawa ku dikeve pêşiya artêşa dagirker a Tirk û rê û dirban jê re çêdike ji bo êrişên li ser gerîla, bi heman awayî dixwaze li Kerkûkê jî mala Kurdan wêran bike.”

“PARADÎGMAYA PÊKVEJIYANA GELAN TEKANE ÇARESERÎ YE”

Niyaz Hamîd diyar dike ku Kerkûk bajarekî pirdîn û pirnetewe ye. YNK û Partiya Komînîst a Kurdistanê dikarin li gel Ereb, Tirkmen û Mesîhiyên demokrat li hev bikin û parêzgarekî ji xwe re daynin. Di vê mijarê de ji bo ku bikarin modeleke guncaw a pêkvejiyana neteweyên cuda ava bikin, Niyaz Hemîd wiha got, “Divê em wê yekê ji bîr nekin ku Tevgera Azadiyê dengê xwe da lîsteya YNK û Partiya Komînîst a Kurdistanê. Ev yek destkefteke mezin e. Ji ber ku Tevgera Azadiyê xeta parastina welat e û her tim komployên dewleta Tirk pûç dike. Lewma pêwîst e li Kerkûkê ku bajarekî Kurdistanî û pirnetewe û pirdîn e, paradîgmaya pêkvejiyana gelan a li Rojava bi cih bînin. Ji bilî vê yekê tu rêyeke rizgarbûnê tune ye û eger wisa nekin, dewleta Tirk dê aştî û ewlehiya bajêr tevlihev bike.”