Gerîlayên YJA Starê Amara û Rûken li Mexmûrê hatin bîranîn

Gerîlayên YJA Starê Amara Rûbar (Ayşe Kapar) û Rûken Amara (Guler Gungen) li kampa penaberan a Mexmûrê di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) gerîlayên YJA Starê Amara Rûbar (Ayşe Kapar) û Rûken Amara (Guler Gungen) li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di salvegera şehadetên xwe ya yekem de hatin bibîranîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê malbatên herdu şehîdan axaftin hatin kirin. Destpêkê bavê Şehîd Amara, Ehmed Kapar mafê axaftinê girt û bal kişand ser têkoşîna ji bo welat û azadiya welat û got: “Emê heta dawî li ser rêya ku zarokên me şehîd bûne, têkoşînê bikin. Çawa wan ji bo welat û azadiya Serok Apo têkoşîn kirin û gihiştin şehadetê, em jî ji bo her berdêlê û li kûderê dibe bila bibe hazir û amade ne.”

Kapar anî ziman ku divê gelê Kurd berî her tiştî berxwedanê ji bo welat û serokatiya xwe bike û wiha pêde çû: “Berî her tiştî welat û nasname tê. Ji bo wê ye ku divê em ji bo azadiya welat û nasnameya xwe şer bikin. Heta dawî emê li ser rêya zarokên xwe bin û têkoşîna wan emê dewam bikin.”

Bavê Şehîd Amara, Ehmed Kapar bal kişand ser têkoşîna li hemberî zilm û zordariya dagirkeriyê ya li ser gelê Kurd û anî ziman li kûderê û çawa dibe ew ji bo her tiştî amade ne û wê li ber xwe  bidin.

Piştre jî li ser navê malbata Şehîd Rûken Gabar, Zelîxa Gungen axivî û anî ziman ku şehîd ne şehîdê wan tenê ye, yê gelê Kurdistanê ye û ewê li ser rêya şehîdên xwe heta dawî bimeşin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Sedîq Heştanî sersaxî li malbatên şehîdan da û destnîşan kir ku wê têkoşîna şehîdan dewam bikin.

Piştî axaftinan sînevîziyona li ser têkoşîn û kesayeta Şehîd Amara û Rûken her wiha hevalên bi hev re şehîd bûbûn hate nîşandan.

Piştî sînevîzyonê merasîma bîranînê bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Gerîla Amara Rûbar li 20’ê Kanûna 2022’an û gerîla Rûken Gabar jî 17’ê Kanûna 2022’an li Cûdî di encama operasyoneke ya dagirkeriya Tirk de li gel çar hevrêyên xwe şehîd bûbûn.