BI DÎMEN

'Ruhê berxwedanê yê Sara bi gerîlayên jin re ye'

Ji gerîlayên HPG'ê Serhat Jêhat anî ziman ku ruhê berxwedanê yê Sara li tunelên şer bi gerîlayên jin re ye.

Ji gerîlayên HPG'ê Serhat Jêhat têkildarî komkujiya Parîsê ji ANF'ê re axivî.

Jêhat bal kişand ser bandora giran a şehadeta Sara, Rojbîn û Ronahî û got, "Peyama 'Em îradeya gelê Kurd nas nakin û li dijî Kurdan em ê her cûre êrîşan bikin' hate dayin." Jêhat got, "Hevala Sara yek ji damezrînerên PKK'ê bû û jineke pêşeng a Dersîmî bû. Lewma êrîş lê hate kirin. Ji bo jinên Kurd û jinên cîhanê çavkaniya sûdwergirtinê ya azadiyê bû.

Tevgera azadiyê ya jinê ku bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir, li dijî mejiyê 5 hezar salî bû şoreşeke nû. Jinên bindest û kolekirî di nava PKK'ê de azadî dîtin. Hevala Sara jî zexta malbatê û rêbaza jiyana klasîk red kir, tevlî nava refên azadiyê yên PKK'ê bû. Di nava vê têkoşîna azadiyê de bû yek ji wan kesan ku bi Rêber Apo re meşiya. Ji bo azadiya jinên Kurdistanê têkoşîneke mezin meşand. Ev têkoşîn niha li her devera cîhanê belav bûye.

JI BO ME PÎVANA AZADIYÊ YE

Hevala Sara di pirtûka 'Jiyana min timî şer bû' bi rengê herî şênber qala xwe kir. Divê her kes vê pirtûkê bixwîne û xwe perwerde bike. Ya rast, tişta ku di wê pirtûkê de hate vegotin, kesayetiya milîtan a Apoyî ye. Jiyana hevala Sara jî nîşaneya kesayetiya milîtaniya Apoyî ye. Hevala Sara ji bo me pîvaneke azadiyê ye. Hevala Sara û berxwedêrên PKK'ê li zindanê li hemberî faşîzmê serî netewandin û faşîzm têk birin. Bi rengekî şênber helwesta 'ya jiyaneke azad, ya heta dawiyê berxwedan' nîşan dan. Çi dibe bila bibe milîtanên Apoyî teslîmiyetê qebûl nakin. Hevala Sara jî bi vî ruhî dijiya. Hevala Sara jiyana xwe bi temamî da şoreşê.

RUHÊ WÊ YÊ BERXWEDANÊ DEWAM DIKE

Ruhê berxwedanê yê hevala Sara niha jî dewam dike. Mînaka herî şênber a vê yekê hevrêyên me yên jin ên li tunelên şer li ber xwe didin û çalakiyên fedaî dikin. Weke şopdarên wê heta dawiyê em ê têkoşîna wê mezin bikin û xwedî li şehîdên xwe derkevin. Em soz didin ku tola wê hilînin."