Di êrîşa hêzên Îranê de kolberek hate kuştin

Di êrîşa hêzên dewleta Îranê de kolberek li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê hate kuştin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, doh li herêma Bane ya parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê êrîş birin ser komek ji kolberan.

Hate ragihandin ku di encama êrîşê de kolber Şoreş Xerguşî (33) ê xelkê gundê Zawye yê ser bi bajarê Selmasê yê parêzgeha Ûrmiyeyê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hate gotin ku doh li sînorê Newsud ê ser bi Kirmaşanê, hêzên Îranê êrîş birin ser komek ji kolberan û di encamê de kolber Emîr Îlahî (25) birîndar bû.

Li gorî daneyên Kolbernewsê, sala bihurî li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 32 kolber hatin kuştin û 261 kolber jî birîndar bûn.