Şehîdên Parîsê li Binarê Qendîl û Digûrê hatin bibîranîn

Li Binarê Qendîl û Digûrê, jinên şoreşger yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

Li Binarê Qendil û navçeya Digûr a Şengalê jinên şoreşger yek ji avakarên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

QENDÎL

Li Binarê Qendilê bi pêşengiya RJAK’ê, jinên şoreşger yek ji avakarên PKK’ê Sakîne Cansiz, dîplomata Kurd û nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, bi civînekê hatin bibîranîn. Gelek jinên Binarê Qendîlê tevlî civînê. Li qada civînê wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.

Di civînê de li ser têkoşîna jinên şoreşger axaftin hatin kirin û daxwaza cezakirina berpirsyarên komkujiyê hat kirin.

ŞENGAL

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li komelgeha Digûrê ya Şengalê sê jinên şoreşger yên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi semînerekê bi bîr anî. Semîner li meclîsa gel a komalgeha Digûrê bi beşdariya bi sedan kesî tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê pêk hat.

Semînerê bi deqeyek rêzgirtin ji şehîdên Êzidxanê û hemû şehîdê azadiya jin dest pê kir. Piştre Berdevka endama Kordinesyona TAJÊ’ê Rîham Hiço li ser ked û tekoşîna Sekîne, Fîdan û Leyla nirxandin kir. Rîham Hiço, di serî de di şexsê Sakîne de tevahiya şehîdan bi bîr anî û got : ”Eger îro em li Şengalê bûne xwedî rêxstin û me saziyên xwe dane avakirin bi ked û têkoşîna pêşengên jin ên wek heval Sakîne bûye. Eger beriya 40 salî ew ji bo azadiya jinê tênekoşiyaban me yê îro nikaribûna li vir tekoşîn bikira.  Em îro li ser nexşerêya ku heval Sakîne ji me re danîbû dimeşin.

Dibe ku heval Sakîne nehatibe Şenglê lê di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de xwedî rol û mîsyonekî mezin bû. Lê gelek ked daye xelkê me yê Ewropa û bi taybet xelkê me yê Êzidî li wê derê.”

Riham Hico destnîşan kir ku ji bo civaka Êzidî ji çanda wan dûr bikin gelek pilan dihatin kirin û diyar kir ku pêşengên jinan ên weke Sakîne Cansiz ji bo rê li ber vê yekê bigrin her di nava kar û xebatan de bûn û xwe ji civaka Êzidî dûr nedikirin. Riham Hico, wiha got: “Civaka me ya Êzidî îro ji li ser xeta şehîd Sakîne xwe birêxstin kiriye û bûye xwedî  îrade. Em wek jinên Êzidî ji bo azadiya jinan heya dawî, tebikoşin û li ser xeta Sakîneyan em ê vê rêyê dewam bikin.”

Endama TAJÊ Nefiya Mêşo jî diyar kir ku ji wan re serbilindiye ku bikaribin li her derê ked û têkoşîna jinekê berxwedêr bînin ser ziman û li ser heman fikrî bi rêxistin bikin.