Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Andiç û Yîgît piştî 5 mehan radestî malbatên wan kirin

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Levent Andiç û Haci Alî Yîgît yên di 27’ê Tirmeha 2023’an de li çoltera gundê Bilbês ê navçeya Elkê şehîd bibûn, piştî 5 mehan radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Têkoşer Pêncewîn (Levent Andiç) û Yûsûf Pîrosî (Haci Alî Yîgît) ên di şerekî li dijî dagirkeriya Tirk de 27’ê Tîrmeha 2023’yan de li çoltera gundê Bilbês ê navçeya Elkê şehîd bibûn, rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbatan ji ber ku nekarîbûn cenazeyan teşhîs bikin wê demê mînaka xwînê dabûn. Cenazeyên bêyî ku li benda xwînê bimînin, li goristana bêkesan a Şirnexê hatibûn veşartin.

Li ser xwînan ji hev girt, cenaze piştî 5 mehan radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê gerîlayên Haci Alî Yîgît ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û li Goristana Asrî ya Cizîrê hate veşartin. Cenazeyê Levent Andiç jî ji bo veşartinê ber bi Amedê ve bi rê ket.