TJA’yê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anî

TJA’ê yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera’ê KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez di 11'emîn qetilkirina wan de bi bîr anî.

Tevgera Jinên Azad (TJA), yek ji endamên damezirîner a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 11'emîn qetilkirina wan de bibîr anî. Bernameya bîranînê li Şanoya Bajêr a Amedê ya navçeya Peyasa Amedê hat lidarxistin. Di bîranînê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayî ku di sala 2016'an de li Silopiyê hatin qetilkirin, hatin daliqandin. Li ber wêneyên her 6 jinên Kurd find hatin vêxistin û pankarta li ser "Jin, Jiyan, Azadî" dinivîse hat vekirin. Aktîvîstên TJA'yê, Parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PARTÎ) Halîde Turkoglû, Adalet Kaya, Vezîr Parlak, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, hevserokên DEM PARTÎ û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Bername bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir û dû re sînevîzyona li ser têkoşîna jinên Kurd ên hatin qetilkirin hate nîşandan.

Piştre Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr axivî. Esengûlê, wiha got: “Em bi israr vê dibêjin; Komkujiya Parîsê û qetlîamên siyasî yên li dijî tevgera azadiya Kurd, cînayetên taybet in. Tirkiye ne tenê tetbîqkar bû, bi hêzên navneteweyî re jî tevgeriya. Armanc têkbirin û pûçkirina berxwedana gelê kurd bû. Ji bo ku hemû civakên serdest paşde gav bavêjin, qetlîamên siyasî tên kirin. Birêz Abdullah Ocalan anî ziman ku xwediyên komploya li wî hatiye kirin, li pişt komkujiya 9'ê Çileyê ne. Divê hûn wêneyê li vir bixwînin. Çi bikin jî nikarin têkoşîna azadiya jinê paşve bixin.”

‘EM Ê HESABÊ HEVALÊN XWE BIPIRSIN’

Parlamentera DEM PARTÎ'yê ya Amedê Halîde Turkoglû jî axivî û diyar kir ku jinên Kurd li ku bin dibin hedef. Turkoglû diyar kir ku jinên Kurd di têkoşîna xwe ya li dijî dewleta mêr de modelek li cîhanê ava kirine û ev tişt gotin: “Jinên Kurd bi helwesta Sakîne îradeya jiyana nû û têkoşîna jiyaneke bi rûmet nîşan didin. Ji bo hemû jinên têkoşer ên cîhanê peyamek tê dayîn, li dijî vê peyamê em ê her roj têkoşîna xwe mezin bikin. Li her derê cîhanê gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku doza jiyana nû ye belav bûye. Her kes dibîne ku jinên Kurd di şexsê Sakîne de jiyaneke çawa diafirînin. Em ê hesabê hevalên xwe yên hatin qetilkirin bipirsin.”

Herî dawî hunermend Derya Cengîz û hevalên xwe derketin ser dikê û bi zaraveyên Kurmancî û Kirmançkî stran gotin.