KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK'ê bang kir: Bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar bikin
KCK'ê êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan bi tundî şermezar kir û bang li gelê Kurd û dostan kir ku bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî şermezar bikin. -
Karayilan: Em ê li Zapê bi ser bikevin! - NÛ BÛ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk her roj li Zapê windahiyan dide û got, "Gelek kelehên mezin ên berxwedanê hene û berxwedana li wan deran wê bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdan de cih bigire." -
Bandora krîza aboriyê zêde dibe
Dikandarên Wanê anîn ziman ku ji ber krîza aboriyê û zemê kar li ber rawestînê ye. -
20 ciwanên li dijî şerê taybet bisîkletê ajotin hatin destgîrkirin
20 ciwanên ku li Mûşê ji bo balê bikişînin ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin bisîkletê ajotin, hatin destgîrkirin. -
Agir bi Kampa Kebertoyê ket
Di nava sê rojan de du caran agir bi Kampa Keberto ya koçberên Şengalî ketiye û zêdeyê deh konan bi tevahî şewitîne. -
Şewata li Licêyê belav dibe: Gundî bi fikar in
Şewata ku li gundên Gom û Bamitnî yên navçeya Licê derketibû, belav dibe. Ji bo vemirandina şewatê mudaxileyeke lawaz tê kirin û hat zanîn ku şewat nêzî jîngehan dibe. -
Li Şirnexê bi girseyî serdana şînan kirin
Li Şirnexê ji bo 2 gerîlayên HPG’ê û şervana YPJ’ê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînan hat kirin. -
Li Tetwanê 8 gundî hatin destgîrkirin, ji 2 gundiyan agahî nayê girtin
Di serdegirtina li gundê Peyîndas ê Tetwanê de 8 kes hatin destgîrkirin û agahî ji 2 kesên ku navê wan nehat zanîn, nayê girtin. -
Çalakiyên ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê didome: 13 dagirker hatin cezakirin
Çalakiyên ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê didome. Di çalakiyên gerîlayan ên li Metîna û Girê Cûdî de 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û 6 leşkerên dagirker jî birîndar bûn. -
Agahî ji gerîlaya YJA Starê Bûlût nayê stendin
Gerîlaya YJA Starê Şengul Bûlût dîl tê girtin. 8 roj in agahî ji Bûlût nayê stendin. Bavê wê Abdûlhalik Bûlût serî li ÎHD’ê da û got: “Em niha nizanin ku sax e yan birîndar e, em bi fikar in.” -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya ku gerîlayên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî lidar xist, weşand. -
2 ciwanên Êzidî ji Duhokê meşiyan Şengalê
2 ciwanên Êzidî yên bi navê Zêdan Elî Hesen û Ednan Cirdo Îbrahîm bi pêyan ji Kampa Şariya ya Duhokê hatin Şengalê. -
Ger civaka Êzidî hêza xwe ya parastinê xurt bike, wê bikare pêşî li fermanan bigire
Ger gelê me tifaqa xwe ya navxweyî bi hêz bike, hêza xwe ya parastinê xurttir bike, rêxistinbûna xwe ya civakê bihêztir kir, wê hem bikare komkujiya civaka xwe bide naskirin û hem jî rê li pêşiya fermanên nû bigire. -
NPG: Em ê li pey şopa Egîd meşa destanî bi ser bixînin
Fermandariya Biryargeha NPG’ê: Em ê li pey şopa fermandarê xwe yê mezin hevrê Egîd bimeşin û meşa destanî bi ser bixînin. Em soz didin ku ji bo bendewariyên Rêbertî û gelê xwe bibin bersiv. -
Di çalakiya YJA Starê de 4 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên YJA Starê li Girê Cûdî çalakî kirin. Di çalakiyê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
PDK berê ciwanên Êzidî dide derveyî welêt
PDK ku sala 2014’an xelkê Şengalê rû bi rûyê fermanê hişt û reviya, niha jî ji bo ciwanên Êzidî venegerin ser warê xwe, bi polîtîkayên cuda berê ciwanan dide derveyî welêt. -
‘Guleya pêşîn a Egîd îro li tunelên şer li sînga dijmin dikeve’
Gerîlaya YJA Starê Roza Tolhildan diyar kir ku yekemîn guleya ku ji çeka pêşengê Pêngava 15'ê Tebaxê Fermandar Egîd derket, îro di tunelên şer de li sînga dijmin dikeve. -
Li Colemêrgê esnaf neçar dimînin dikanên xwe bigirin
Qeyrana aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê ya ji ber polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP-MHP’ê zêde bûye, dibe sedem ku esnafên Colemêrgê êdî nikarin kar bikin. Ji ber qeyrana aborî hin esnaf ji bo kirêya xwe bidin krediyê dikşînin. -
Ji 15 gundiyên hatin destgîrkirin agahî nayê girtin - HATE NÛKIRIN
Ji 15 gundiyên li gundê Peyindas ê girêdayî navçeya Tetwanê hatin destgîrkirin agahî nayê girtin. -
Dewleta Tirk li Pênciwênê wesayîtek bombebaran kir
Balafira Bêmirov a Biçek a dewleta Tirk li navçeya Pênciwênê ya Silêmaniyê wasayîtek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 3 sivîl hatin qetilkirin. -
Dewleta Tirk li Cûdiyê agir bi qadê xist
Artêşa Tirk agir bi gundê Derêsorê yê li Çiyayê Cûdî û li Newala Îsa Axa ya Cizîrê xist. -
Qedo: Hikumeta Iraqê bi cîddî li ser pirsgirêkên Şengalê nasekine
Wead Qedo yê ku li parlementoya Iraqê nûnerê kotaya Şebekan ên li deşta Nînova û Mûsilê ye, diyar kir ku hikumeta Iraqê bi cîddî li ser pirsgirêkên Şengalê û vegera koçberan nasekine. -
Hêzên gerîla bi çalakiyan 15'ê Tebaxê pêşwazî dikin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê bi çalakiyan pêşwazî dikin. Di çalakiyên gerîla de 4 leşkreên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û dehfikek wêneyan hatin îmhakirin. -
Ji NPG'ê peyama pîrozbahiyê
Fermandariya Biryargeha NPG'ê şervan û fermandarên li Eyaleta Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl ku tevlî çalakiyên serketî bûn, hemû pîroz kir. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Girê Cûdî weşand ku ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate kirin.