Cenazeyê şehîd Têkoşer Pêncewîn hate veşartin

Cenazeyê Têkoşer Pêncewîn ku di şerê li Elkê de şehîd bû, li Amedê di bin dorpêçê de hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Têkoşer Pêncewîn (Levent Andiç) ku 27’ê Tîrmeha 2023’yan li Botanê di şer de şehîd bû, li Amedê hate veşartin.

Cenazeyê Pêncewîn bêyî ku li benda encama mînaka xwîna ku malbatê dayî bimînin, li goristana bêkesan a li Şirnexê hatibû veşartin. Piştî lihevhatina xwînê, piştî 5 mehan cenaze duh dan malbatê.

Malbatê cenaze anî Amedê û li Goristana Yenîkoy a li navçeya Rezan veşart.

Hîna cenaze negihiştî bajar, polîsan goristan dorpêç kir û nehiştin ku ji dervey malbatê ti kes din tevlî merasîma cenaze bibe. Endamên malbatê jî piştî ku yek bi yek di Lêgerîna Agahiya Giştî (GBT) de derbas bûn, karîn tevlî merasîma cenaze bibin.

Ji Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Amedê Adalet Kaya û Ceylan Akça jî di nav de, komek li cihê ketina goristanê heta bi dawîbûna kar û barên veşartina cenaze li benda malbatê man.