Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê bi koma 35’an dewam dike

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Panaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 175’an de bi koma 35’an bi biryardariyek xurt dewam dike.

Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî  (Mexmûr) ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 175’an de bi koma 35’an berdewam dike. Merasîma dewrgirtina koma çalakiyê, bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 34’an Elî Bilehî axivî.

Bilehî bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev sê sal in bi tu awayî em agahî ji Rêber Apo nagirin. Ji bo ku em agahî ji Rêber Apo bistînin, tevahî çalakî ji bo me rewa ne û divê em bikin. Divê em hîn zêdetir li erk û berpirsyartiyên xwe rabin. Dem dema azadiya Rêber Apo ye. Ji bo ku gelê Kurd agahî ji Rêber Apo negirin, hêzên dagirker komployek bê exlaq da destpêkirin. Xwestin gel û Rêber Apo ji hev qût bibe, lê ev yek nebû û hîn zêdetir gel bi Rêber Apo ve hate girêdan. Li 74 welatan pêngava ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî hat destpêkirin. Em tevahî kesên ku ji bo Rêber Apo di çalakiyan de ne, silav dikin. Wê serkeftin bibe ya me. Wê hêza Apoyî bi ser bikeve. Em serkeftinê ji koma nû re dixwazin.”

Piştî axaftinan Nobeta Azadiyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” dewrî koma nû hat kirin.