BI DÎMEN

Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Metînayê weşand. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya ku li Metînayê hatî lidarxistin, ev agahî dabûn:

“21’ê Îlonê di saet 06.30’an de destpêkê bi taktîka sabotajê piştre bi çekên nîv otomatîk, li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ber bi pêş ve biçin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.”