Êrîşî baregeha Emerîkayê ya li Hewlêrê hate kirin

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan bi balafireke bêmirov êrîşî baregeha hêzên hevpeyman a li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê kirine, lê beriya ku bigihêje armanca xwe hatiye xistin.