'Heta tola hevrêyên xwe hilînin em ê şer bikin'

Gerîlayê HPG'ê Kemal Pîr şehîdên komkujiya Parîsê Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anî û got, "Heta ku tola hevrêyên xwe hilînin, şerê me wê bênavber dewam bike."

Gerîlayê HPG'ê Kemal Pîr di salvegera 11'an a komkujiya Parîsê de ji ANF'ê re axivî. Kemal Pîr di destpêka axaftina xwe de Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî di tevahiya jiyana xwe de li dijî zilmê têkoşiyan. Jİ ber vê yekê dewleta Tirk li hemberî hevrêyên me komkujiyeke mezin kir. Hevala Sara ji destpêka şoreşê heta roja şehadetê têkoşîneke mezin meşand. Şehadeta wê ji bo gelê me êşeke mezin bû. Ev êş jî veguherî hêrseke mezin, dewleta Tirk wê hesabê vê komkujiyê bide.

Em ê şehadeta hevrêyên xwe ti carî ji bîr nekin. Hevala Sara yek ji pêşengên partiya me PKK'ê bû. Yek ji hevalên koma destpêkê ya damezrandina partiyê bû. Hevala Sara li zindanê gelekî êşkence dît, lê belê berxwedaneke mezin nîşan da, ti carî teslîm nebû û serî netewand. Hevrê Sara bi berxwedana xwe çanda Kurd temsîl kir. Di çanda Kurd de serîtewandina li ber dijmin nîne, pêwîstî pê hebe em ê şehîd bibin lê serî netewînin, teslîm nebin. Ji ber ku em rastiya vî dijmin baş zanin. Em rastiya xwe û ya dijmin baş zanin. Ji ber vê yekê berxwedana hevrê Sara berxwedaneke ji rêzê nîne."

EM BI MÎRATEYA BERXWEDANÊ YA HEVALA SARA TÊKOŞÎNA XWE DEWAM DIKIN

Kemal Pîr diyar kir ku Sakîne Cansiz di jiyana xwe de şerekî mezin kir û got, "Hevala Sara xwedawenda me ya azadiyê ye. Di pirtûka xwe de digot 'Jiyana min timî şer bû'. Di tevahiya jiyana xwe de şer kir. Hevala Sara ne tenê li hemberî dijmin şer kiribû, her wiha li hemberî xwe jî di nava têkoşîneke mezin de bû. Yanî hevala Sara dema ku dest bi têkoşînê kir destpêkê li hemberî xwe têkoşiya. Hevala Sara her tim hevrêyeke baş, pêşengek bû. Şehadeta hevrê Sara me biêşîne jî bû sedem ku em têkoşîna xwe hîn mezin û xurt bikin.

Dema ku sê hevrêyên me şehîd bûn, gelê Kurd û her kesên ku ew nas dikirin gelekî êşiyan. Dewleta Tİrk ji dîrokê û vir ve li hemberî gelê Kurd komkujî kir. Dijmin dixwaze gelê Kurd tune bike, lewma bi salan e êrîş dike. Hevala Sara li hemberî van êrîşan têkoşîneke mezin meşand. Dibe ku hevrê Sara niha bi rengê fîzîkî li gel me nîne. Lê belê bi mîrateya wê ya berxwedanê, bi têkoşîna wê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Heta ku tola hevrêyên xwe hilînin em ê bênavber têbikoşin."