Li Mahabadê 2 Kurd hatin revandin

Hat zanîn ku hêzên dewleta Îranê li Mahabadê 2 Kurd revandin.

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, du welatiyên Kurd ên bi navê Kerîm Sengerî û Siyamedn Mîna, li gundê Gurde Berdan û Qerşalx yên ser bi Mahabadê, ji aliyê hêzên çekdar dewleta Îranê ve hatine revandin û heya niha jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Hate gotin ku hêzên dewleta Îranê bê ku hêcet û sedemek nîşan bidin bi ser malên her du welatiyan de girtine, kel û pelên elektronîk jî desteser kirine.