Parlak: Colemêrg ji erdhejê re ne amade ye

Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Nezîr Parlak bi bîr xist, ku Colemêrg di bin rîska erdhejê de ye, lê belê ne ji bo erdhejê ne jî ji bo pêvajoya piştî erdhejê amade ye.

Dema dawî gelek pisporên erdhej û jeolojiyê dibêjin ku li ser xeta Colemêrg, Gever û Wanê rîska erdhejê zêde bûye û divê tavilê amadekarî bêne kirin. Li gel bangawaziyan jî amadekarî nîne ku ev yek dibe cihê fikaran.

Parlamenterê Colemêrgê yê ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Nezîr Parlak li ser mijarê ji ANF'ê re axivî, rapora 'Erdheja Colemêrgê' ya sala 2021'ê ya Odeya Endezyarên Jeolojiyê bi bîr xist û anî ziman ku navend û navçeyên Colemêrgê li ser xeteke çalak a erdhejê ne. Parlak diyar kir ku di serî de Profesorê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê Nacî Gorur gelek zanyarên ji zanîngehên cuda balê dikişînin çalakbûna xeta erdhejê ya li herêmê ku Colemêrg jî li ser e û ragihand ku pispor hişyariyê didin ku li herêmê erdhejek bi 7 heta di ser wê re bi pileyeke mezin dikare biqewime. Parlak diyar kir ku Colemêrg, Gever û Şemzînan li ser xeta erdhejê ya herêmê ne û got, "Gelo hikumet li hemberî vê xetereya ku bi xwe jî qebûl dike, tedbîran werdigire? Hema bibêje qet wernagire."

MÎNA KU TIŞTEK TÊ KIRIN, NÎŞAN DIDIN

Parlak ragihand ku desthilatdarî mîna ku tiştekî dike hewl dide civakê bixapîne û got, "Midûriyeta Bajêr a AFAD'ê weke ku kar dike, civînan lidar dixe. Halbûkî tiştên ku li dijî rîska erdhejê bêne kirin têne zanîn. Divê avahiyên li bajêr hemû bêne kontrolkirin, avahiyên ku lawaz in bêne xurtkirin, yan jî xerakirin û ji nû ve bêne çêkirin. Zanyar dibêjin, li Colemêrga ku rîska erdhejê lê heye di ser 4 qatî re divê avahî neyên lêkirin. Mixabin li Colemêrgê gelek avahiyên 9 qatî hene. Beşek ji van avahiyan bi rengekî qaçax hatine çêkirin, piştre bi efûya îmarê destûrname wergirtine. Yanî bi dehan avahî hene ku bêkontrol hatine çêkirin."

DIVÊ KAR TAVILÊ BÊ KIRIN

Parlak got, "Colemêrg ji erdhejê re ne amade ye, her wiha ji pêvajoya piştî erdhejê re jî ne amade ye" û wiha dewam kir: "Li bajêr bi têrkerî stoka konteyner û kon nîne. Yek ji deverên ku xizmeta tenduristiyê lê herî kêm e Colemêrg e. Lewma di erdhejeke gengaz de wê pirsgirêkên cidî li xizmeta tenduristiyê rû bide. Colemêrg li ser cografyayeke zehmet hatiye avakirin. Têkiliya bajêr bi derve re tenê bi rêyekê ye, li ser wê rêyê jî pireke kevn hene. Eger zirar li wê pirê bibe, hingî têkiliya Colemêrgê wê bi cîhanê re qut bibe, ku ew jî dikare encamên gelekî xirab bi xwe re bîne. Em bi wesîleyên cuda pêşniyaran li desthilatdariyê û walîtiyê dikin, lê belê nikarin bersivên têrker werbigirin. Divê hikumet û walîtî li hemberî erdhejeke gengaz a li Colemêrgê kar bikin, amadekariyan bikin."