KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Yilmaz: Li Kurdistanê ferzkirina sîxuriyê sîstematîk bûye
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku bi awayekî sîstematîk li ser kesên li Kurdistanê têkoşîna mafan dimeşînin zext û sîxurtî tê ferzkirin û got, “Ferzkirina sîxurtiyê sûcê bêpar hiştina ji mafê azadiyê ye." -
AKP dengdêran tîne Artemêtê
AKP ji hilbijartinên herêmî re 3 meh maye, dest bi hîleyên hilbijartinê kir. AKP’a ku bi salane li navçeya Artemêtê winda dike, dengdêran tîne navçeyê. Di nava vê meha dawî de 80 malbat li Yenî TOKî û Kiracilar TOKÎ bi cih kirin. -
Dewleta Tirk li Biradostê êşkence li 3 birayan kir
Artêşa Tirk a dagirker li herêma Biradostê 3 bira revandin û êşkence kirin. Hat diyarkirin ku ciwanan radestî PDK’ê hatine kirin. -
Girtiyê nexweşê penceşêrê, jiyana xwe ji dest da
Girtiyê bi navê Naîf Aybar ê 63 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê û ew salek bû tedawiya penceşêrê didît, jiyana xwe ji dest da. -
Dewleta Îranê 3 kolber birîndar kirin
Di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de, li ser sînorê Baneyê 3 kolber birîndar bûn. -
Kurdek ji aliyê hêzên Îranê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin
Hêzên Îranê Kurdê bi navê Mansoûr Salamat ê binçavkirî, bi êşkenceyê qetil kir. -
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, 1 mobesse hat îmhakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî çalakî kirin û di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, 1 mobesse hat îmhakirin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 4’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Zapê li dijî dagirkeran çalakî kiribû. Gerîla TV dîmenê çalakiyê weşand. -
PKK’ê peyameke pîrozbahiyê weşand: Gerîlayên Fedayî yên Apoyî têk naçin
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya operasyonên şoreşgerî yên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeran pêk anîn, peyameke pîrozbahiyê ji Fermandara Biryargeha NPG’ê re şand û got: “Serketin wê ya şervanên azadiyê be.” -
Cîhan Celo: Bi sindoqên Hewlêr û Duhokê encamê hilbijartinê hate guhertin
Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo sala 2023’an wekî sala nîşandana hebûna civaka Êzidî û hêza Rêveberiya Xweser a Şengalê nirxand ragihand ku ew encamên ku komisyona hilbijartinê îlan kiriye qebûl nakin. -
Navê 5 karkerên li Şengalê şehîd bûn hatin eşkerekirin
Nasnameyên 5 karkerên Rojavayê Kurdistanê ku duh li Kora Simoqya ya Şengalê şehîd bûn, eşkere bûn. -
Dewleta Tirk a dagirker gundê Gelale bombebaran kir
Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Gelale yê Şarbajêr bombebaran kirin. -
Siyasetmedarên duh li Sêrtê hatibûn binçavkirin hatin berdan
Siyasetmedarên DBP û DEM Partiyê yên duh li Sêrtê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ êrîşên dewleta Tirk şermezar kir
Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ li Meclîsa Gel a Xanesorê kombûn û êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya dijî karkeran şermezarkirin. -
Li ser rêya Çewligê qeza çêbû: 27 kes birîndar bûn
Li ser rêya bejahî ya Amed-Çewligê qeza çêbû, di qezayê de 27 kes birîndar bûn. -
Li Hespistê dorpêça leşkerên Tirk didome
Li Hespirstê dorçêçla leşkerên Tirk 9 roj in didome. Di ketina gund de nasnameyên gel tên kontrolkirin. -
Nasnameya şehîd Êrîş Rojhilat hate eşkerekirin
HPG’ê got: “20’ê Cotmeha 2023’an di êrîşa dijmin a li ser qada Dersimê de hevrêyê me Êrîş şehîd bû. Hevrê Êrîş bi hevrêtî û mîrateya xwe ya têkoşînê bû nirxekî azadiyê ku wê her tim ji me re bibe mînak.” -
NPG’ê bîlançoya şer a sala 2023’an eşkere kir
Li gorî bîlançoya şer a sala 2023’an a Fermandariya Biryargeha NPG’ê, gerîlayan 1712 çalakî pêk anîn û 928 dagirker ceza kirin. Êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî jî di nav de, dagirkeran 2969 caran êrîş kir. 179 gerîla jî şehîd bûn. -
Li Sêrtê gelek siyasetmedar hatin binçavkirin
Li Sêrtê endamên PM’ê yên DEM Partiyê û Hevserokên DBP’ê yên bajêr jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. -
Li Şengalê komkujî: Balafirên Tirk 5 karker qetil kirin
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî konên karkerên ku li herêma Kora Simoqyayê bîrên avê dikolan kirin, 5 karker hatin qetilkirin. -
Dewleta Tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
Hat ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir. -
Şandeya RJAK û Tevgera Azadî li Kerkûkê serdana Xiristiyanan kir
Şandeya RJAK û Tevgera Azadî li Kerkûkê bi boneya sersala nû serdana nûnerên Mesîhiyan kir. -
YRK: Dewleta Tirk li Pênciwênê cihên sivîlan kir hedef
YRK’ê ragihand ku di êrişên li ser Pênciwênê de tu windahiyên wan nîne û bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku li dijî êrişên qirkirinê rabin. -
Hatîmogûllari: Heta ku kujer hesabê didin wê têkoşîna me bidome
Qurbaniyên Komkujiya Roboskê di salvegera 12’emîn de hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranînê de axivî û got: “Heta ku kujer hesabê didin wê têkoşîna me bidome.” -
‘Pêwîstiya cîhan û Rojhilata Navîn bi Rêbertî heye’
Çalakvanên Wargaha Penaberan a Mexmûrê çalakiya girtiyên zindanan û dayikên di nobeta edaletê de silav kirin û wiha gotin: “Divê demildest Rêbertî azad bibe.”