Ava herî biha li Wanê tê firotin

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ava herî biha ya Tirkiyeyê li Wanê difiroşe. Di nava 6 mehan de buhayê avê 5 caran zêde kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê (VASKÎ) ku ser bi şaredariyê ve ye, ji sala 2016'an û vir ve bi buhayê herî zêde avê difiroşin xelkê Wanê.

Qeyûmê li Wanê ku bi bac û fatûreyan xelkê Wanê dişêlîne, Wan a ku 8 sal in di asta bajarê mezin de ye, kiriye mîna xirbeyekî. Hemû malên mayinde yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin firotin. Malên Şaredariyê radestî saziyên dewletê hatin kirin. Park û bexçeyên ku cihê bêhndanê yê gel e, ji alîgirên hikumetê re hatin firotin, bajar kirin mîna bajarekî ji beton. Qeyûmê AKP'ê ku şaredarî xist binê deynan û malên şaredariyê hemû firot, bi buhayê herî zêde yê Tirkiyeyê avê difiroşe xelkê Wanê.

Di nava bajarên mezin de Trabzon ew bajar e ku ava herî erzan lê tê firotin. Piştî Trabzonê Konya, Balikesîr, Eskîşehîr û Bûrsa tên ku bajarên Tirkan e. Li Wanê metrekupeke avê bi 18.33, li Trabzonê jî metrekupeke avê bi 13.70'yî tê firotin. Li Wanê di sala 2022'an de zêdeyî 55 hezar kes, di sala 2023'an de nêzî 100 hezar kes ji ber ku nekarîn fatûreya avê bidin ketin ber îcrayê. Qeyûmê ku di sala 2019'an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi cih bû, ji sedî 42 buhayê avê zêde kir. Ji sala 2019'an û vir ve jî bi dehan caran buhayê avê zêde kir. Tenê 6 mehên dawî 5 caran buhayê avê zêde kir.

Gelek mirovên ji Wanê ku ji me re axivîn, ji ber fatûreya avê ya zêde nerazîbûn nîşanî qeyûm dan. Kesekî ji Wanê got, "Bi salan e bi rêk û pêk av nayê mal û kargeha min. Carna bi rojan ava vexwarinê nayê. Em neçar dimînin ku berdêla ava bi kar neaniye bidin. Ji ber fatûreya zêde em êdî nikarin berdêla avê bidin. Bi mehan min nekarî fatûreya mala xwe û ya kargeha xwe bidim. Lewma kaxiza îcrayê hat. Niha deynê min ê herdu fatûreyan zêdeyî 50 hezar lîreyî ye. Di vê rewşê de nikarim van fatûreyan bidim."