Ji bo rojnamevan Silêman Ehmed wê serlêdana sûc bê kirin

Parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed diyar kir ku hemû serlêdanên wan ên ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re ji aliyê PDK’ê ve hatine redkirin û got ku ew ê li Dadgeha Federal serlêdana sûcê bikin.

Parêzer Nerîman Ehmed li Navenda Metroyê di civîna çapemeniyê de axivî û nerazîbûn nîşanî asayîşa Duhokê ku destûr neden hevdîtinê ligel muwekîlê xwe Silêman Ehmet pêk bîne da û got ku ev astengî binpêkirina hiqûqê ye.
Nerîman Ehmed diyar kir ku asayîşa Duhokê biryara dozgeriyê nas nekiriye û destûr nedane ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike û ev rewş weke pêkanîneke li derveyî hiqûqê ye.
Parêzer Nerîman Ehmed anî ziman ku ji roja Silêman Ehmed hatiye ragirtin heta niha wan gelek caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirine, lê asayîşa Duhokê van serlêdanan red kirine.
Nerîman Ehmed da xuyakirin ku mafê girtiyan ê hevdîtina bi parêzerên xwe re heye lê asayîşa Duhokê ev mafê hiqûqî binpêkiriye.
Parêzer diyar kir ku eger li ser rewşa Silêman Ehmed ti daxuyanî neyê dayîn, ew ê derbarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Karên Hundir, î li Dadgeha Federal serlêdana sûc bikin û xwest li dijî binpêkirinên mafan têkoşîn bê xurtkirin.