41 Êzidiyên ji hêla DAÎŞ'ê ve hatibûn qetilkirin li Şengalê hatin veşartin 

41 cenazeyên qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku di dîrokê cuda de ji gorên komî de hatibûn veşartin, hatin derxistin û li Şengalê hatin veşartin. 

Civaka Êzidî ku di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an rastî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hat, bi hezaran kes hatin qetillkirin, revandin û li bazaran hatin firotin. Her wiha beşekê mezin jî di nava gorên komî de hatin veşartin. Di dema fermanê de 6 hezar û 417 kes hatin revandin û aqûbeta zêdetirî 2 hezar û 600 kesî heta niha nayê zanîn û ne diyare. Tê payîn ku beşekî mezin ji van kesên winda di nava gorên komî de bin. Heya niha ji bilî gorên takekesî, tenê li Şengalê 92 gorên komî hatine dîtin.

Ji 15’yê Adara 2019’an ve ji aliyê tîmên vekirina gorên komî a ser bi saziya şehîdan a Iraqê ve ku di bin çavdêriya NY’ê de dixebite, dest bi vekirina gorên komî yên Şengal û derdora wê kirin. Lê heta niha tenê 55 gor hatine vekirin ku di nava wan goran de cenazeyê 242 kesan hatine dîtin.

Ji van gorên ku hatine vekirin ji hezar û 32 şehîdan, tenê testa DNA’ya 242 şehîdan hatine çêkirin û  ji bo malbatên wan yên li Şengalê hatine şandin.

Heya niha DNA’ya 790 şehîdên gorên komî nehatiye eşkerekirin û hîn jî li Tiba Edlî ya Bexdayê ne.

41 CENAZE ANÎN ŞENGALÊ

Di vê çarçoveyê de îro 41 cenazeyên din piştî ku testa wan a DNA’yê li Bexdayê bi dawî bû ji bo Şengalê hatin şandin. Cenaze li gundê Solax yê Şengalê bi merasîmekê radestî xizmên wan hatin kirin. Ev cenazeyên hatine; 16 yên gundê Herdan, 2 bajaraokê Xanesorê, 20 yên gundê Koço û 3 jî yên gundê Qina Mihrkanê ne.

Li Qinê, Herdan û Koço  bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê, fermandarên leşkerî û partiyên siyasî û hezaran kesî merasîmên taybet hatin lidarxistin. Dimerasîmê dr li ber dengê def û şibêbên olî cenazeyên şehîdan hatin pêşwazîkirin û hatin veşartin.

GEL JI XEMSARIYA HIKÛMETÊ BÊZAR BÛNE

Xizmên şehîdan ji ber xemsariya hikûmeta Iraqê û nêzîkatiyên wan yên li hember civaka Êzidî nerazîbûna xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji ber ku bi erka xwe ranabe û bi cidî karê xwe yê vekirina gorên komî nake, ew êdî  ji hikûmeta Iraqê bêzar bûne. 

Dayika bi navê Nîsan Hesen da zanîn ku li Koço ji malbata wan zêdetir ji 20 kesan hatin qetlkirin û wiha got: “Di gorên komî de hatine veşartin lê heya niha hikûmet bi erka xwe ranebûye. Her car beşekî ji van şehîdan ji bo me dişîne, her cara ku cenazeyên me bi vî awayî ji me re tên, fermana 3’yê Tebaxê li me nû dibe.”

Parêzer Nezar Berces jî ev tişt anî ziman: “Ev 9 sal derbas bûne, lê heya niha hejmareke kêm ji van cenazeyan nasnameyên wan hatiye eşkerekirin. Ev xemsariya hikûmeta Iraqê ji bo me êşên mezin çêdike.”

Welatiyê bi nave Azad Hisên jî got: ”Pêwîste em di  dema  van merasîman de baş bifikrin ku kî bû sedem ev gorên komî çêbûn û xelkê me rastî fermanê hatin. Sedem ew bû ku Êzidiyan parastina xwe nedikir û parastina xelkê Şengalê di destê hin aliyên din de bû. Lê mixabin kesên bûne sedema fermanê  di van merasîme de amade dibin. Pêwîste hemû xelkê Şengalê rê nede ev kes li merasîman de amade bibin.”