Tekîn: Em ê şaredariyan dîsa bi dest bixin

Hevseroka Amedê ya DEM Partiyê Pinar Sakik Tekîn got ku ew ê kelecana 8’ê Adarê û 21’ê Adarê veguhezin sindoqan û şaredariyan dîsa bi dest bixin.

Hevseroka Amedê ya DEM Partiyê Pinar Sakik Tekîk diyar kir ku ew ê nehêlin qeyûm car din şaredariyan desteser bikin û got: “Em ê ji bo vê yekê bingehek xurt ava bikin. Beriya çûyîna ser sindoqan û piştre jî em ê xwedî li îrade û destkeftiyên gel derbikevin.”

Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tûra duyem di 23’ê Çileyê de bi dawî bû; Serra Bûcak û Dogan Hatûn bûn namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin. Hevseroka Amedê ya DEM Partiyê Pinar Sakik Tekîn ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku li ser bingehê daxwaz û pêşniyarên gel wan biryar girtiye û got: “Zehmet bû, di gelek mijaran de kêmahiyên me çêbûn, lê bi gelê me re me jî cara destpêkê ev rêbaz ceriband. Di aliyê teknîkî de gelek kêmahî çêbûn. Ji bo dema piştre em ê van hemûyan di navbera xwe de nîqaş bikin û armanc bikin ku cara bê hîn xurttir bixin meriyetê. Weke giştî me pêvajoyek xurt derbas kir. Nêzî meheke me li 90 navendên Kurdistanê pêşhilbijartin lidar xist. Li Amedê jî me li 17 navçeyên xwe pêşhilbijartin lidar xist.”

Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku wan ji kesên ku ji partiyê re xebitîne û ji Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, endamên Meclîsa Ciwanan, endamên Meclîsa Jinan, rêxistinên civakî yên sivîl û ji kesên ku berê di meclîsên malî de xebitîne lîsteya delegeyê ava kirine û got: “Ji bendewariya me hîn wêdetir tevlîbûn çêbû. Li hin cihan îtîraz û betalbûn çêbû û ji bo ku demokratîk bibe me îtîrazên ku hatine kirin nirxand û li gelek cihan hilbijartin dubare kir. Tevî vê yekê jî di rêjeyeke mezin de tevlîbûn çêbû. Ev yek ji yên ku îradeya me dizîne re jî bersivek bû.”

Tekîn qala hîleyên mîna veguhestina ‘hilbijêr’ û navnîşanên xeyalî kir û destnîşan kir ku ji bo hilbijartineke adilane çêbibe, divê YSK daxwazên wan cidî bigire.

Tekîn ragihand ku bi destê qeyûman li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet hîn bêhtir ketiye meriyetê û bilêv kir ku ew ê li ser sindoqan bersivê bidin qeyûm û polîtîkayên şerê taybet. Tekîn ev tişt jî got: “Em ê nehêlin ku qeyûm car din şaredariyên me desteser bikin. Ji bo vê yekê em ê bingehek xurt ava bikin. Ev şaredariyên gel in û em ê xwedî lê derkevin. Weke partî em car din soz didin ku beriya hilbijartinan û piştre em ê xwedî li îrade û destkeftiyên gel derkevin. Em ê li hemberî ti xespê bêdeng nemînin.”

Tekîn destnîşan kir ku ew ê bi ruhê 8’ê Adarê û 21’ê Adarê hilbijartinên 31’ê Adarê pêşwazî bikin û got: “Em ê kelecana 8’ê Adarê Roja Jinan û 21’ê Adarê Newrozê veguhezin ser sindoqan. Em ê pêvajoyeke hilbijartinê ya xurt û bi coş derbas bikin. Em ê li bajarên Kurdistanê polîtîkayên qeyûm bi dawî bikin.”