Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê li dijî siyasetmedarê Kurd erê kir

Cezayê darvekirinê yê ku li siyasetmedarê Rojhilatê Kurdistanê Yûsûf Ahmedî hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hate pejirandin.

Yûsûf Ahmedî di Nîsana 2020'î de bi sûcdariya "hevkarî bi partiyên muxalîf ên Kurd re kiriye" hate girtin û di encama darizandineke neadîl de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Rûniştina destpêkê ya darizandina Ahmedî di 5'ê Îlona 2023'an de li Şaxê 1'emîn a Dadgeha Şoreşê ya Sine hate kirin.

Dadgehê bi sûcdariya "raperînê" cezayê darvekirinê li Ahmedî birîbû.

Cezayê darvekirinê yê li Ahmedî hate birîn ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hate pejirandin û ji wî re hate ragihandin.