Namzetên 3 bajarokên Şirnexê hatin diyarkirin

Namzetên mêr ên hevşaredariyên li bajarokên Dêrgulê, Gundikê Melê û Deşta Darê yên Şirnexê hatin diyarkirin. Namzetên hevşaredariyê yên jin wê dawiyê bên diyarkirin.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ji bo diyarkirina hevşaredarên 3 bajarokên Şirnexê pêşhilbijartin li dar xist.

Li bajarokên Dêrgulê û Gundikê Melê yên navenda Şirnexê û Deşta Darê yê Hezexê pêşhilbijartinên hatin lidarxistin.

Di pêşhilbijartinan de li bajarokê Dêrgûlê Ferît Altuç, li bajarokê Gundikê Melê Asker Gunduz û li bajarokê Deşta Darê jî Fahrettin Akman hatin hilbijartin.

Namzetên hevşaredariyê yên jin wê dawiyê bên diyarkirin.