Li bajarên Kurdistanê wê 'Meşa Azadiyê ya Mezin' bê lidarxistin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê li bajarên Bakurê Kurdistanê di navbera 1-15'ê Sibatê de 'Meşa Azadiyê ya Mezin' bê lidarxistin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a meseleya Kurd wê 1'ê Sibatê meş bê destpêkirin.

Bi vê armancê li Amedê li otelekê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar û parlamenterên Partiya Demokratîk û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) tevlî civînê bûn.

Her wiha nûnerên gelek partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û nûnerên saziyan beşdarî civînê bûn.

Li salona civîna çapemeniyê pankarta bi nivîsa "Dem dema azadiyê ye" hate daliqandin.

75 AKTÎVÎSTÊN MAFÊN MIROVAN WÊ BEŞDARÎ MEŞÊ BIBIN

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin anî ziman ku 75 aktîvîstên mafên mirovan wê tevlî meşê bibin.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî metna bi Kurdî ya bi sernavê "Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd em dest bi meşa azadiyê dikin" xwend.

Li gorî daxuyaniyê meş wê 1'ê Sibatê destpê bike û heta 15'ê Sibatê salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hate kirin, dewam bike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye sala 25'an û hate gotin, "Ji Birêz Ocalan ku di bin tecrîd mutleq de ye 2 sal û 10 meh in yanî 1037 roj in bi ti awayî agahî nayê wergirtin. Kiryarên tecrîda mutleq li hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî nayê, her wiha li dijî wijdan û exlaqê ye. Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê navenda polîtîkayên tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Tecrîda mutleq tê wateya dagirkirina cografya Kurdistanê bi polîtîkayên şer, bêmirovhiştin û mêtingeriyê. Di asta heyî de zext û zilm ne tenê li ser Kurd û Kurdistanê heye, li ser tevahiya civakê belav bûye. Polîtîkaya tecrîda giran al i Îmraliyê li nava Tirkiyeyê dibe sedema krîzên siyasî, aborî û civakî, li derve jî dibe sedem ku armancên emperyal li herêmê veguherin şerê herêmê. Rêya herî girîng a rizgariya ji van krîzan û şerê herêmî, jiholêrakirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e.

AZADIYA ABDULLAH OCALAN TÊ WATEYA ÇARESERIYÊ

Tecrîd hiştina pirsgirêka Kurd di nava neçareseriyê de ye. Neçareserî tê wê wateyê ku di nava şer de gelên welêt û herêmê di bin zexta aborî, çandî, civakî û siyasî ya modernîteya kapîtalîst û netewe dewletan de bê hiştin. Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan tê wateya çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd. Gotinên ku Birêz Ocalan di sala 2010'an de bilêv kir, nîşan dide bê azadiya fîzîkî ya Ocalan ji bo avakirina jiyaneke azad a gelan çiqasî girîng e. Ocalan gotibû, 'Li derve tenê bi şertekî mirov dikare bijî, ew jî ew e ku rojê bîst û çar saetan Kurd û kedkarên Tirk ji bo hebûn û azadiya xwe têbikoşin'.

Heta ku dawî li sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê neyê anîn wê bêhn neyê ber gelan, pirsgirêk bi rêyên demokratîk çareser nebin. Ji bo rizgarkiriya ji vî şerê ku Tirkiye û Rojhilata Navîn di nav de ne û rizgariya ji krîza modernîteya kapîtalîst, fikir û pêşniyarên Birêz Ocalan ji her demê bêhtir pêwîst in. Li gel sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê jî gelên herêmê û cîhanê, raya giştî ya demokratîk tenduristiya xwe ya polîtîk bi Birêz Ocalan re dibînin. Ji ber vê yekê îtiraza li hemberî şert û mercên ku tê de tê ragirtin, her roj hîn zêde dibe. Di encama van îtirazan de 10'ê Cotmeha 2023'an li 74 navendên cîhanê çalakiyên 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' destpê kriin û dewam dikin.

DI NAVBERA 1-15'Ê SIBATÊ DE LI BAJARÊN KURDISTANÊ MEŞA AZADIYÊ YA MEZIN

Em weke siyasetmedar, jin, ciwan, rewşenbîr û parêzvanên mafên mirovan ên Kurdistanî van çalakiyên dostên xwe silav dikin û îlan dikin ku ji 1'ê Sibatê heta 15'ê Sibatê roja salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Birêz Ocalan li bajarên Kurdistanê, li naveçyan 'Meşa Azadiyê ya Mezin' didin destpêkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, dostan û raya giştî ya demokratîk hate kirin ku li dora çalakiya wan bicivin û hate gotin, "Serketin wê ya rêwiyên azadiyê be."

ÇÎFTYUREK: TECRÎD EXLAQÎ NÎNE

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek di daxuyaniyê de nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û wiha got: "Ev nêzî 3 sal in birêz Ocalan di tecrîdê de ye û mînaka vê li cîhanê nîne. Dewlet, qanûnên xwe binpê dike. Heke exlaq û wijdana wan hebûya dê hevdîtina girtiyekî ya bi malbat û parêzeran re 3 salan asteng nekira. Lewma ev tecrîd ne tenê derhiqûqtî ye, her wiha bêexlaqî ye. Tevî ewqas çalakî û xwepêşandanan jî îktîdarê çavên xwe girtine û nabihîse. Şerê li Rojhilata Navîn giran bûye. Yek ji kesên herî zêde li ser Rojhilata Navîn xwedî gotin, birêz Ocalan e. Siyaseta Rojhilata Navîn baş dixwîne. Heke îro biaxive, dê fikr û ramanên xwe yên li dijî şer bîne ziman. Dewlet naxwaze pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Heke bixwesta, dê tecrîda li ser birêz Ocalan rakira. Berxwedana gelê me ya li dijî vê tecrîda derqanûnî bênavber didome. Em jî dê dest bi meşa azadiyê bikin. Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalant ê rakirin û azad dibe jî dê meşa me bidome. Banga me ya ji bo dewletê ew e ku vê siyaseta xwe ya bêexlaq biterikîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pirsgirêkên gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, em tecrîdê bişikînin. Bila Abdullah Ocalan biaxive."

CANPOLAT JI BO MEŞÊ BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat jî da zanîn ku meşa wan hemû bajarên Kurdistanê digire nav xwe û wiha got: "Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, li Kurdistan û Tirkiyeyê rê li ber krîza aborî vekir. Me destê xwe danî in kevir. Ji bo aştî, aramî û yekitiya li Tirkiye û Kurdistanê bila her kes destê xwe deyne bin kevir. Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê bimeşin. Em di vê baweriyê de ne."