BI DÎMEN

Bi merasîmekê 25 endamên nû tevlî Asayîşa Êzidxanê bûn

Li Şengalê piştî dewreya perwerdeyê bi merasîmekê 25 endamên nû tevlî xebatên ewlehiyê ya Asayîşa Êzidxanê bûn.

Ji Dewreya Şehîdên Çilmêran a Akademiya Şehîd Şengal a Asayîşa Êzidxanê 25 endamên nû bi merasîmekî leşkerî dewreya xwe ya perwerdehiyê bi dawî kir û beşdarî Asayîşa Êzidxanê bûn. Endamên sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser a Şengalê tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de alên asayîşê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin: “Eger em parastina xwe nekin, wê tu kes parastina me neke. Ji bo parastina axa me çi pêwîst bike em amade ne.”

‘TENÊ EV CIVAK DIKARE XWE BIPARÊZE’

Li ser navê Akademiya Şehîd Şengal a Asayîşa Êzidxanê Mehlo Hecî axivî. Hecî anî ziman ku wan sala 2024’an bi hêviyek mezin pêşwazî kiriye û got: “Wê sala 2024’an bibe sala aramiya civak û gelê me. Di sala 2023’an de me gelek bedelên giran dan. Bi tevlêbûna civak, ciwan, jin û gelê me re li hemberî dijminê civaka me bersiva herî xurt e. Divê em tu carê neyên xapandin, eger em parastina xwe nekin wê tu kes parastina me neke. Tu kes weke vê civakê bi xwe nikare parastina xwe bike, ne Iraq ne jî tu hêzên din. Heta dawiyê em ê li ser rêya şehîdan bimeşin û ala wan bilind bikin. Çawan ku fermandar Dînar û Şêrzad ji bo parastina vê axê şev û rojên xwe kirin yek, em ê jî timî li ser rêya wan bimeşin.”

Piştî axaftinan 25 endamên nû yên perwerdehiya xwe bi dawî kirin, soza xwe dan û tevlî Asayîşa Êzidxanê bûn.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.