BI DÎMEN

Mirovên ku malên wan hate hilweşandin: Ev zilmeke mezin e ku dewletê kiriye

Şêniyên taxa Fabrîka ya Amedê ku malên wan ji aliyê qeyûm ve hatin hilweşandin, diyar kirin ku di nîvê zivistanê de nêzî hezar kes bêmal mane û gotin ku ew ji aliyê dewletê ve rastî zilmek mezin hatine.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, di sala 2021'an de ji bo 25 malên ku li Taxa Fabrîka ya girêdayî navçeya Bajarê Nû  biryara îstîmlaqkirin û hilweşandinê da. Tevî ku welatiyên taxê dest bi têkoşîna hiqûqî kir jî, ti encam bi dest nexistin. Welatiyên taxê ku nekarî encamekê bigirin, serî li Dadgeha Îdareya Herêmî ya Dîlokê dan û îtîrazê biryarê kirin. Li taxa ku pêvajoya dozê lê dewam dike jî hilweşandin hatiye destpêkirin. Taxa ku hilweşandin lê tê pêkanîn ji aliyê polîs û zabitayan ve hat dorpêçkirin.

Welatiyên taxê ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin ku dadgehê biryara rawestandina hilweşandinê daye û gotin, mal bi rengekî neqanûnî ji aliyê qeyûm ve tên hilweşandin.

DI NÎVÊ ZIVISTANÊ DE ME AVÊTIN DERVE

Mehmet Emîn Yaprak, da xuyakirin ku ew li dijî biryara hilweşandinê nerazî ne û got, "Şaredariyê di sala 2021'an de telefonî me kir û got, ‘werin mafên xwe werbigirin.’ Lê ti heq û hiqûq nîne, kesî bi me re jî hevdîtin nekiriye. Ji bo malekê 100 hezar TL dan. Ev 25 sal in ez bi malbata xwe ya ji pênc kesan pêk tê li vê malê dijîm. Tevî ku dadgehê biryara hilweşandinê daye rawestandin jî, ew li gorî vê biryarê jî tevnegerin. Di nîvê zivistanê de me avêtin derve. Hatin malên me bi ser serê me de xera kirin. Ka dewleta me? Eger dewletek me hebe, çima xwedî li me dernakeve? Walî beg em hemû avêtin derve. Bila dewlet were û mafên me bide me. Em ê biçin ku derê. Tevî ku tapuya malên me hene jî, mafên me teslîm nakin. Malên me bi ser me de hilweşandin, em jî gunehin. Ez walî hewaleyê Xwedê dikim. Ma malek bi 100 hezar TL heye, ji bo Xwedê, eger hebe bi buhayekî bi vî rengî, bila walî biçe ji xwe re bikire."

EM TEVÎ ZAROKAN ŞERPEZE BÛN

Medîne Kurt, anî ziman ku ew ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin Alî Îhsan Su, ve hatine mexdûrkirin û wiha got, “Em hê jî matmayî ne. Em rastî çi hatin me fêm nekir. Ya ku li me tê kirin ne mafek e û ne rewa ye. Bi rastî jî zilme, li me tê kirin. Di malekê de 4-5 malbat dijiyan. Niha tiştên me di bin heriyê de ne. Qet tiştek nedan me. Bi ser me de girtin û me ji mala me derxistin. Em tevî zarokan şerpeze bûne, em nizanin em ê çi bikin. Bi rastî jî pereyên me yên ji bo kirîna xaniyekî nîne, heta pereyê me yê kirêkirina xaniyekî jî nîne."

Abdûrrahîm Koyûn ê 35 sal in bi malbata xwe re li Taxa Pîşesaziyê dijî got, "Hûn dibînin ka ez di çi halê de me. Bi hezaran polîs anîn û tax xistin bin dorpêçê. Zilmê li me dikin, malên me xera kirin. Îsraîl jî vê zilmê li Filîstîniyan nekiriye. Bi darê zorê me ji malên me yên bi tapu derdixin. Em ê vê zivistanê biçin ku? Hilbijartinên şaredariyan nêz dibin, dizanin ku ew ê hilbijartinan winda bikin, ji ber vê yekê serî li van rêyan didin. Zilma dewletê li me tê kirin e. Em mafê xwe dixwazin. Du zarokên min ên astengdar hene, nizanim ez ê çi bikim."

EM MAFÊ XWE DIXWAZIN

Kamîle Yaprak, a ku anî ziman ku tevî biryara rawestandinê jî mala wan hatiye xerakirin wiha got: "Bila Xwedê heqê me ji wan re nehêle. Tiştek nedan me, zilm li me kirin. Xaniyên me xera kirin û tiştekî ji destê min nayê ku bikim. Ev 28 sal in em li vir dijîn, ya rast em mafê xwe dixwazin. 280 hezar TL didin me. Ji bo Xwedê îro xaniyekî bi 280 hezar TL heye? Di nîvê zivistanê de em bêmal man.”