Taniş û Denîz hatin bîranîn

Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên di binê çavan de hatin windakirin, bi daxuyaniyekê hatin bîranîn.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 25’ê çileya 2001’an de qereqola cendirmeyan ya navçeyê gazî Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebûbekir Denîz kirin. Pişti ku Denîz û Taniş çûn Fermandariya Cendirmeyan, ji wê rojê ve tu agahî ji her duyan nehat girtin. Bi ser wendabûna Taniş û Denîz re 23 sal derbas bûn. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di salvegera windakirina Taniş û Denîz de li ber avahiya xwe ya li navçeya Silopiyayê ew bi daxuyaniyekê bi bîr anîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê M. Zekî Îrmez, malbatên Taniş û Denîz, rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên MEBYA-DER’ê û rêxistinên navend û navçeyan ên DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta “25 çileyê sala 2001’an de hatin binçavkirin ew hêj winda ne, em şopdarê rêya we ne” hate vekirin.

Parlamenterê bajêr M.Zekî Îrmez ê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku bi hezaran kurd hatin windakirin û wiha axivî: “Ji salên 90’î heta 2000’an 17 hezar mirovên kurd hatin qetilkirin. Bi awayekî hovane bi destên qirêj bi destê JÎTEM’ê hatin qetilkirin. Seroka ÎYÎ Partiyê li xwe mikûr hat û kujerên siyasî weke camêr bi nav kirin. Em ji wan dipirsin ev kujerên camêr kîjan bûn? Kujerên Mûsa Anter, Vedat Aydin, Tahir Elçî ne camêr in, nemerdin. Heta ku em hesabê ji kujerên hevalên xwe nepirsin em ê dest ji tekoşina xwe bernedin.”

Piştre bavê Serdar Taniş, Şûayip Taniş axivî. Taniş, anî ziman ku kurê wî ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatiye qetilkirin û wiha got: “Li navenda Silopiyayê Suleyman Can û hêzên wî yên tarî yên qirêj bang li Serdar û Ebûbekir kirin ku biçin îfadeyan bidin. Ji wê rojê heta îro me pirsa van herdûyan ji hemû rayedarên dewleta Tirkiyeyê kirin. Lê me aqûbeta Serdar û Ebûbekîr nezanî û ti encam jê negirtin. Ji xeynî wê me serî li hemû dewletên Ewropayê jî dan. Lê me ne hestiyekî wan dît û ne jî der heqê wan de me tiştek zanî. Lê em weke malbat paş ve gavê naavêjin û heta ku em agahiyekî distînin em ê tebikoşin.”

Piştre ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Silopiyayê Adnan Kaplan ve daxuyanî hat xwendin. Kaplan, bi lêv kir ku ew ê weke rêhevalên wan tekoşina wan didomînin û got ku heta tariyê ronî dikin ew ê têbikoşin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “şehîd namirin” bi dawî bû.