Rêveberiya Xweser a Şengalê: Serketina Kobanê pêşî li rizgarkirina Şengalê vekir

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi peyamekî salvegera 9’emîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir û got: “Li Kobanê tola Şengalê jî hate hilandin û serketina wê pêşî li rizgarkirina Şengalê vekir.”

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê bi peyameke nivîskî, salvegera 9’emîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir û lehengên di berxwedana Kobanê de rol lîstine bi bîr anî.

Rêveberiya Xweser a Şengalê di destpêka daxuyaniyê de, îradeya Apoyî ya li Kobanê liberxwe da û seyra dîrokê guhert, bi bîr xist û ev tişt hate gotin: “9 sal berê niha Kobanê şerê herî dijwar yê sedsalê jiyan kir û bi berxwedaneke bêhempa ya lehengên azadîxwaz ên Kurdistanê û azadîxwazên enternasyonal hate rizgarkirin. Li vî bajarê biçûk, lê berxwedana wê mezin, îradeyeke kêm hatiye dîtin, hate nîşandan. Di şexsê DAÎŞ’ê de hemû dewletên zordar yên weke dewleta Tirk a faşîst şikand. Xeyalên şefê faşîst Erdogan yê li benda ketina Kobanê bû, şikand û serdema berxwedanê li giştî herêmê da destpêkirin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê di daxuyaniya xwe de diyar kir berxwedana li Kobanê û Şengalê hemwext li dijî DAÎŞ û sponsorê wê dewleta Tirk çêbû, bi pêşengiya şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çêbûye û wiha dirêje bi daxuyaniyê da: “Bi destwerdana gerîla û şervanan re DAÎŞ li Şengalê şikest, bi berxwedana Kobanê re DAÎŞ êdî dest bi binkeftinê kir. Şervan û gerîlayên li Kobanê berxwedan, tola Şengalê jî hilandin. Serkeftina wan serê me tevan bilindkir û rihê berxwedanê li herêmê herêmê belavkir.”

Di dewama peyamê de Rêveberiya Xweser a Şengalê di salvegera rizgarkirina Kobanê de îşaret bi metirsiyên nû yên li ser herêmê jî kir û wiha pêde çû: “Rizgarbûna Kobanê hîn jî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve ne hatiye hezimkirin û ji bo tola DAÎŞ’ê hilîne, rojane êrîşên qirkirinê tîne ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê. Jixwe yê li Kobanê şer dikir, di rastî de dewleta Tirk bû. Me di berxwedana dîrokî ya Kobanê de dît, eger gelên azadîxwaz û bindest dest bidin hev, hêviya xwe biparêzin û xwe bi fikrên Apoyî rêxistin bikin, dikarin her cûre êrîşan binbixin û wan di wê çala ku ji bo gelan kolandine de bifetisînin. Berxwedana Kobanê vêya ji bo dost û dijminan jî îspatkiriye, îradeyek li berxwe bide, bin nakeve.”

Li ser dijwarbûna şer li herêmê jî Rêveberiya Xweser a Şengalê banga bilindkirina têkoşîna hevpar kir û wiha dirêje pêda: “Di van rojên ku şer careke din li herêmê dijwar bûye, destkeftiyên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê dibin metirsiya dagirkeriyê de ye, careke din li ser me tevan ferze ku em bi rihê Kobanê di her qadê de liberxwe bidin û ji bo parastina van destkeftiyan û têkbirina pîlanên dagirkeran seferber bibin. Dema li Kobanê berxwedan çêbû, ti hêzek din li pişt berxwedêrên me nebû, lê îradeya wan a berxwedanê raya giştî ya cîhanê hemû berbi xweve kişand. Eger heman berxwedan em ji bo parastina herêmên xwe yên azad bidin nîşan, wê tikes nekare destdirêjî li qadên me bike.”

Rêveberiya Xweser di dewama peyamê de îşaret bi metirsiyên li ser deskeftiyên civaka Kurd û Êzidî jî dike û dibêje: “Gotineke pêşiyan heye dibêje, ‘Av diraze, dijmin ranaze’. Em dibînin tevî 9 sal li ser rizgarbûna Kobanê re derbasbûye, hîn jî dewleta Tirk bi hevkariya hêzên navnetewî ji hewayî ve bi her awayî êrîşê destkeftiyên wê dike. Divê gelê me yê Rojava û Kobanê bizane, tenê rêya berxwedanê dikare me li ser piyan bihêle û destkeftiyên me biparêze. Ji derveyî rêya berxwedanê tenê derbederî, bindestî û sernizmiye.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî hewldanên dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve, banga yekîtiyê kir û hate gotin: “Di van rojên şer li hemû herêmê dijwar dibe, dewletên dagirker yên keysbaz li benda fersendêne êrîşê gelan bikin. Li beramber vêya pêwîste em jî yekgirtîbin, rêxistinkirîbin û ji bo parastina ax û kerameta xwe seferber bibin. Biqasî gef û metirsî, divê em bizanin derfetên azadiyê herî zêde di demên aloz ango kaotîk de ji bo gelan çêdibin.  Eger em bi heman rihê Kobanê li berxwe bidin, emê bikarin van rojên zehmet jî derbas bikin. Emê bi berxwedana li dijî van êrîşên dagirkeriyê bikarin, dawî li desthilatdariya şefê faşîst Erdogan jî bînin û serkeftineke ebedî bidest bînin.”

Ji bo rizgarkirina herêmên dibin dagirkeriya Tirk de ne jî Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir, divê bi têkoşîna hevpar hem Rêveberiyên xwe yên Xweser û Demokratîk biparêzin, hem jî herêmên dibin dagirkeriyê de rizgar bikin. Rêveberiya Xweser a Şengalê peyama xwe wiha bi dawî kir: “Çarenûsa me tevan bihev ve girêdayiye. Serkeftina li cihekî serkeftinên din bixwere tîne. Bandora perperîkê çêdike. Çawa serkeftina Kobanê pêşî li serkeftina Şengal, Reqa û hemû bajarên din vekir, îro jî heman tişt derbasdare. Wê yekîtî û têkoşîna hevpar di vê dema dîrokî de careke din me serbixe, wê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên weke DAÎŞ û PDK’ê bin bixe. Ji ber ev hêzane li dijî azadiya gelan û hemû hêzên azadîxwazin.”