Gilêş li ser gora komî ya li sergoyê Xîzanê tê rijandin

Li sergoyê Xîzanê di sala 2011'an de goreke komî hatibû tespîtkirin. Eşkere bû ku gilêş li ser gora komî tê rijandin. Ev rewş bû cihê nerazîbûnan.

Li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê sala 2011'an li sergoyê Xîzanê hestiyekî serê mirovan hate dîtin, piştre jî goreke komî hate tespîtkirin. Eşkere bû ku bermahiyên xirbeyê avahiyan û gilêş li ser gora komî tê rijandin. Şêniyekî herêmê ku ji ber zexta dewletê navê xwe eşkere nekir ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku xelkê herêmê hewl dide bi derfetên xwe gora komî biparêze, lê belê şaredarî bermahiyên xirbeyên avahiyan û gilêş li ser gora komî dirijîne.

'EW DER SERGOYEKÎ JI KUŞTINÊN KIRYAR NEDIYAR E'

Kesê navborî anî ziman ku di tarîtiya salên 1990'î de gelek kes bi rengekî kiryar nediyar hatin kuştin, cenazeyên wan li sergoyê Xîzanê hatin veşartin û got, "Di salên 1990'î de yek ji deverên ku terora dewletê herî zêde lê hate kirin Xîzan bû. Zexta cerdevaniyê timî li gundan dihate kirin. Gundiyên ku ev yek qebûl nedikirin ji aliyê cerdevanan ve dihatin girtin, bi êşkenceyê dihatin qetilkirin. Gundê Şên yek ji wan gundan bû ku bi taybetî bûbû hedef. Ji xwe ji ber êşkence û zextê ji vî gundî gelek ciwanan berê xwe dan çiyê. Yek ji wan jî 'Ruban' Tûfan Aydin bû. Bi qasî ku ez zanim di sala 1994'an de Aydin tevî 7 gerîlayên pê re li sergoyê Xîzanê hate veşartin. Ew der sergoyeke ku bi kuştinên kiryar nediyar dagirtî ye. Wê demê yên ku li navçeya Motkî ya Bedlîsê jiyana xwe ji dest dan li wir hatin veşartin. Ji xwe di sala 2011'an de hestiyê serê mirovan li herêmê hate dîtin. Ji bo lêkolînkirinê birin, lê belê dewama lêkolînê nebû."

'MIROVÊN LI BER VÊ RADIBIN TÊNE BINÇAVKIRIN'

Şêniyê herêmî anî ziman ku ji Şaredariya Xîzanê re ya ku di destê Partiya Saadetê de ye gelek caran hate ragihandin ku gora komî li herêmê heye û gundî hewl didin bi derfetên xwe biparêzin, lê belê şaredarî bermahiyên xirbeyên avahiyan û sergo li herêmê dirijîne û got, "Me gelek caran hişyarî dan, lê guh nadin. Di nava 2 hefteyên dawî de Şaredariya Xîzanê hem gilêşan hem jî bermahiyên înşaetê yên qereqola leşkerî li cihê gora komî dirijîne."

Kesê ji herêmê anî ziman ku ev rewş gel aciz dike, lê belê kesên ku nerazîbûnê nîşan didin têne binçavkirin, beriya hefteyekê kesekî li ber vê yekê rabû hate binçavkirin. Şêniyê herêmê got, "Ev yek nayê qebûlkirin. Hurmetê nîşanî miriyan û mirovên sax nadin. Di ti ol û baweriyê de tiştekî bi vî rengî nîne. Hem mirovan di gorên komî de vedişêrin, hem jî li şûna lêkolînê bikin sergo li herêmê dirijînin. Gelo cihê vê yekê di kîjan nirxên mirovahiyê de heye? Em vê yekê qebûl nakin; dixwazin tavilê dawî li vê yekê bê anîn û li ser gora komî ya li wê herêmê tavilê lêkolîn bê kirin."