Li Colemêrgê fena 'hilbijêriyê' dewam dike

Desthilatdariya AKP-MHP'ê di nava 9 mehên dawî de 10 hezar û 832 'hilbijêr' li Colemêrg û navçeyê wê qeyd kir. Rojên dawî jî cerdevan û AKP'iyên li gundan, her wiha hêzên dewletê qeyda xwe derbasî navenda bajêr kirin.

Şêniyên li navenda bajêr dimînin ji bo şaredariyê, endamên meclîsa şaredariyê û endamên meclîsa giştî ya bajêr deng didin. Mirovên li gund û gundikan jî ji bo meclîsa giştî ya bajêr û keyayan deng didin. AKP ji bo dengê xwe ji serokatiya şaredariyê re bi kar bînin cerdevan û AKP'iyên li gundan, her wiha qeyda bi hezaran cerdevanan derbasî nava bajêr dike.

Colemêrg mîna di hemû hilbijartinên giştî û xwecihî de kir, di hilbijartinên 31'ê Adarê de jî xwe amade dike ku dengê xwe bide Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî).

Yek ji bajarên Kurdistanê ku desthilatdariya AKP-MHP'ê lê bûye partiyeke tenê navê xwe heye, Colemêrg e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê di hilbijartinên xwecihî yên beriya niha de tevî ku qeyda bi hezaran leşker, polîs û cerdevanan derbasî navenda bajêr kir, HDP'ê li Colemêrgê di ser rêjeya ji sedî 60'î deng wergirt. Di hilbijartinên giştî yên 2023'an de nêzî ji sedî 65 ê dengan wergirt û hersê wekîlên bajêr şand Meclîsê.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku ji fenên xwe yên beriya niha encam bi dest nexist, careke din hîleyên hilbijartinê dike. Di hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulana 2023'an de li Colemêrgê 186 hezar û 492 hilbijêr hebûn, lê niha hejmara hilbijêran bûye 197 hezar û 324 hilbijêr. Di nava 9 mehên dawî de 10 hezar û 832 hilbijêr li Colemêrg û navçeyên wê hatin qeydkirin.

AKP ku qîma xwe bi vî nîne, cerdevan û AKP'iyên li gundan derbasî navenda bajêr dike. Her wiha qeyda bi hezaran leşker û polîsên li leşkergeh û qereqolan derbasî navenda bajarê Colemêrgê kir.