Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan destnîşan kir ku pêngava gerîla ya li dijî artêşa Tirk a dagirker hate kirin, hilweşîna 'Plana Têkbirinê' nîşan da ku rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê pişta xwe bi wê planê gelekî germ kiribû.
Karayilan bersiv da pirsên me. Hevpeyvîna bi Karayilan re bi vî rengî ye:
Dema dawî operasyonên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê zêde bûne. Li gelek eyaletan çalakî hatin lidarxistin. Herî dawî jî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Deralok pêk hat. Têkildarî vê berxwedana gerîla hûn dikarin çi bibêjin?
Beriya ku bersivê bidim pirsa we, em di salvegera Berxwedana Serdemê-Efrînê de ne. Di şexsê hevrê Karker û Avesta Xabûr de hemû şehîdên leheng ên vê berxwedana dîrokî bi bîr tînim, li pêşiya bîranîna şehîdên berxwedana Efrînê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Her wiha şoreşgera hêja hevala Zelal Zagros bi rêzdarî bi bîr tînim ku li Kerkûkê di encama êrîşeke nemerdane de şehîd bû. Xwîna wê wê li erdê nemîne. Di şexsê fermandara Qada Botanê hevrê Leyla Sorxwîn Amed de hemû şehîdên meha Çileyê bi hurmet û minet bi bîr tînim, li pêşiya bîranîna şehîdên me yên meha Çileyê û şehîdên şoreşê bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Soza hevrêtiyê ya ku me dane wan dubare dikim. Tola wan wê bê hilanîn û em bi biryar in ku armancên wan ên pîroz pêk bînin.
Bêm ser pirsa we; şer û çalakiyên vê demê têne kirin, ji ber tecrîda mutleq a ku rejîma AKP-MHP'ê 9 sal in li ser Rêberê me ferz dike, ji ber kiryarên qirkirin-zextê yên li ser gelê me û siyaseta demokratîk, ji ber êrîşên tunekirinê yên li hemberî tevgera me ye. Wan xwestin bi rêya van êrîşan gelê me bitepisînin û tevgera me bi temamî tune bikin. Bi piştgiriya hêzên derve û hêzên hevkarên Kurd, giranî dan ser îstîxbarat û teknîkê û bi vî rengî xwestin me tune bikin. Ji bo vê jî hemû dewlemendiyên Tirkiyeyê, rewşa wê ya jeopolîtîk û her tiştên Tirkiyeyê pêşkêş kirin, hewl dan ji derve piştgiriyê werbigirin; aboriya Tirkiyeyê di asteke girîng de li vî şerî xerc kirin û xwestin encamê werbigirin. Lê belê tevî van hemû hewldanan û êrîşên berfireh ên piralî jî nekarîn bi ser bikevin. Vaye ev çalakiyên têne kirin nîşaneya vê rastiyê ne. Bi esasî ev pêvajo bi çalakiya fedaî ya 1'ê Cotmehê ya li Enqereyê destpê kir, bi çalakiyên 20 û 27'ê Mijdarê, çalakiyên 22 û 23'ê Kanûnê û herî dawî jî çalakiyên 10 û 12'ê Çileyê gihîşt asteke bilind. Di vê demê de pêngavên girîng ên çalakiyan hatin kirin, di vê demê de gelek çalakiyên mezin-biçûk hatin kirin. Ev yek pêngaveke gerîla ya li dijî siyaseta qirkirin û tecrîdê ye, bersiveke. Herî dawî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Deralok a li Girê Amediyê, çalakiyeke welê ye ku asta wê ya serketinê bilind e. Operasyoneke şoreşgerî ye ku bi her awayî hêjayî pesindayinê ye. Ji sala 2011'an ji Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Çîçek Kiçî ya li Çelê û vir ve çalakiya herî serketî ye.
Dawiya sala 2022'an wezîrê şer ê Tirk ê wê demê got, wan 'Pençe Kîlît' qedandine û serketina xwe ragihand. Li gel ragihandina vê serketinê, li heman qadê çalakiyên gerîla hatin lidarxistin. Gelo ev tê çi wateyê?
Payîza 2016'an dema ku dewleta Tirk bi alîkariya Gladioya NATO'yê bû xwedî derfeta bidestxistina teknolojiya SÎHA'yê wê demê jî wezîrê karê hundir gotibû, ji Nîsana 2017'an û pê ve kes wê navê PKK'ê bilêv neke. Wan pişta xwe gelekî bi piştgiriya derve û vê teknîkê germ kirin. Ji wan hebû ku wê karibin bi vê teknîkê û îstîxbaratê pirsgirêka Kurd biqedînin, ku pirsgirêkeke civakî ye.
Piştre di destpêka sala 2021'ê de bi Iraq û PDK'ê re hevdîtin kir, li ser bingeha wergirtina piştgiriya wan di 10'ê Sibata 2021'ê de li Garê dest bi êrîşê kir û di nava 2-3 mehan de plan kirin ku Herêmên Parastinê yên Medyayê bi temamî ji holê rakin. Lê hesabê malê li sûkê nehat. Di vî şerî de plan kiribûn ku 3 mehan bi ser bikeve, lê 3 sal in li Zap, Avaşîn û Metînayê xitimî ne, çikiyane. Ev yek şênber e; hemû aliyên vî şerî ji gel û raya giştî ya Tirkiyeyê vedişêrin.
Rast e, di payîza 2022'an de Hûlûsî Akar ragihand ku operasyon nêzî bidawîbûnê bûye û serketina xwe ragihand. Ev yek şermeke mezin bû li pêşberî rastiyê. Ji ber ku li holê serketinek tune bû.
Niha pêngava şoreşgerî ya ku bi çalakiya Enqereyê destpê kir û herî dawî bi çalakiya li Girê Amediyê gihîşt asteke bilind, bi esasî hemû derewên wan ên li ser şer ji gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya cîhanê nîşan da. Berxwedana mezin a 9 salên dawî ya li dijî qirikrina gelê Kurdistanê, rastiya 3 salên dawî bi van çalakiyan hate nîşandan. Ev çalakî nîşaneya têkçûna 'Plana Têkbirinê' ye ku rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê gelekî jê hêvî bû û projeyeke qirkirinê bû. Berxwedana dîrokî ya 9 salan a li zindanan, kolanan û çiyê, her wiha pêvajoya dawî ya çalakiyan vê rastiyê radixe pêş çavan. Yanî gelê Kurd li dijî siyaseta qirkirinê ya lê tê ferzkirin, di her zemînê de û li her qadê li ser xeta Rêber Apo bi fedakariyeke mezin li ber xwe dide, nîşan dide ku îro îradeyeke, li hemberî êrîşên qirkirin-faşîzmê ti carî gavê bi paşve neavêje. Ev pêvajoya çalakiyan a pêngavî ev yek bi şênberî nîşan da.
Hûn vê asta gerîla çawa dinirxînin? Ji aliyê leşkerî û siyasî ve kîjan peyaman dide?
Van çalakiyan ji aliyê leşkerî ve nîşan da ku weke HPG'ê doktrîna me ya şer ispat kir, asta serketinê nîşan da. Aliyê herî girîng ê stratejiyeke şer ew e ku bi windahiyê herî kêm encamên meizn bi dest bixe. Bi taybetî ji 3 salên dawî û vir ve taktîkên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên bi ruhê fedaî yên Apoyî vê rastiyê radixe pêş çavan. Yanî rêbaza; bi windahiya herî kêm wergirtina encama mezin, di pratîkê de tê dîtin. Lewma daxuyaniyên saziyên dewleta Tirk ên li ser windahiyên me, hemû fasa fîso ne; derewên ji bo xapandina raya giştî ne. Em nêzîkatiyeke welê ya taktîkî nîşan didin ku bi windahiya herî kêm encamên mezin bi dest bixin û encaman jî bi raya giştî re parve dikin. Ji bilî vê ti ziyaneke me nîne. Bi kurtasî performanseke girîng a leşkerî hatiye bidestxistin.
Ji aliyê siyasî ve jî peyama herî girîng a vê berxwedanê, perofmransa leşkerî û îdeolojîk a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li ser xeta PKK'ê ye. Hate nîşandan ku hêzek xwedî biryardariyeke xurt, sekneke leşkerî û îdeolojîk nikare têk biçe. Peyameke bi vî rengî ji mêtingeriya qirker re hatiye dayin, 'Hûn çiqasî piştgiriya derve û derfetên teknîkê werbigirin jî, bi komkujî û kuştinê hûn ê nikaribin encamê bi dest bixin'. Ev mesaj ew mesaj e ku gelê Kurd ku gelê herî kevn ê herêmê ye û rehên xwe di kûrahiya dîrokê de ye, bi tundiyê nikare ji holê bê rakirin. Ev yek rastiyeke û lazim e vê rastiyê qebûl bikin. Hûn nikarin gelê herî qedîm ê vê xakê tune bihesibînin û bi tundiyê tune bikin. Berxwedana hate kirin, çalakiyên hatin lidarxistin ev yek careke din raxist pêş çavan.
Bi dîtina we, aliyê dijber ev peyam rast fêhm kiriye û wê li gorî wê jî guhertinê di polîtîkaya xwe de bike?
Îhtimala ku aliyê dijber ev peyam bi rengekî rast fêhm kiriye, vê gavê gelekî lawaz xuya dike. Ya rast peyam wergirtine, lê belê wê israr bikin; ji xwe di daxuyaniyên xwe de jî vê nîşan didin. AKP'ê daye pey MHP a nijadperest û hin Ergenekoniyên faşîst-nijadperest, li dijî gelê Kurd bi şerekî bêwijdan bûye desthilatdariya herî zalim a heta niha. Di heman demê de hebûna Tirkiyeyê pêşkêşî vî şerî kiriye û civaka Tirkiyeyê birçî hiştiye. Eger israr bike û dewam bike, hingî Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bibe gora vî mejiyê faşîst. Ev yek misoger e. Îdîayeke ji rêzê û sivik nîne. Li hemberî stratejiya me ya şer, mejiyekî teng ê ku tenê ji rijandina xwînê fêhm dike, ji kuştinê fêhm dike û jê heye ku wê karibe îradeya gelan tune bike, teqez wê têk biçe. Rastiya me ya gel a berxwedêr, tevkariya dayikên me, jinên me yên azadîxwaz, ciwanên me û kevneşopiya sosyalîst çep a Tirkiyeyê ya li nava vê berxwedanê li pêş çavan e, kes nikare înkar bike. Rastiyeke civakî ya ku fedaiyên mîna Rojhat û Erdal ji nav rabûne ku dema pêwîstî pê hebe canê xwe feda dike, bi tundiyê ji holê nikare bê rakirin.
Dewleta Tirk û medya wê ya şerê taybet jî ji aliyekî ve timî propagandayê dikin û îdîa dikin ku wan tevgera we qedandine...
Belê; li hemberî derfetên teknolojiyê yên bi piştgiriya Gladio ya NATO'yê hatin dayin û derfetên îstîxbaratê, hêzên me hinekî zehmetî kişandin. Li Bakurê Kurdistanê bi taybetî di pêvajoya 2017-2018'an de li hemberî êrîşên li ser bingeha teknolojiya pêşketî hatin kirin, me xwest bi lez rê û rêbazên xwe biguherînin. Lê belê ji ber taybetmendiyên mirov û civaka Kurd ên kêmasiyên ji aliyê pêkanîna guherînê ve, me fêhm kir ku guherîneke bingehîn nikarin di demeke zû de pêk bînin. Ji ber vê yekê em gihîştin wê encamê ku divê di rêbaz û tevgerê de hin guhertinên bingehîn bi lez pêk bînin.
Mînak ji sala 2018'an û pê ve me ji xwe re kir taktîkek ku hêza li Bakurê Kurdistanê kêm bikin, zêde nekin, zêde hêzê neşînin Bakurê Kurdistanê û me ev rêbaz xistin meriyetê. Di nava sîstema mêtinger de hin kesên li pey kariyer û rantê hewl dan sûdê ji vê yekê werbigirin; hewl dan vê yekê weke serketina xwe nîşan bidin. Ew mijareke cuda ye; ew yek nîşaneya jirêzêbûna wan e. Teorîsyenê şer ê mezin ê Elman General Calûsewîts şer dişibîne bazirganiyê û dibêje, di şer de jî divê qezenc û zerar bê hesabkirin û li gorî wê gav bê avêtin. Ev mijar di nivîsên navbera Marks-Engels de jî derbas dibe. Yanî şer jî rewşeke welê ye ku divê il gorî qezenc û zerarê bê plankirin. Lewma me dît ku heta rêbaza xwe ya tevgerê neguherînin wê windahiyên me zêde bibin, ji ber vê jî me ji xwe re kir esas ku zêde hêzê neşînin Bakur. Lê belê wan ev yek ji bo xwe weke serketinekê nirxandin û xwestin civakê û derdorê bixapînin. Hîn jî li ser wê şaştiyê tevdigerin. Dema roja wê hat wê her kes bibîne ku rastî ne bi vî rengî ye.
Eşkere ye ku PKK wê li qada şer hîn bêhtir nîşan bide ku têkoşîna li ser xeta Rêber Apo lawaz nebûye, hîn kûr û xurt bûye. Lewma divê kes bi çîrokên derewîn nexapin. Em gelek in; ti carî û li ti cihî em tune nebûn, nikarin bêne tunekirin. Kes nikare vê bi ser bixîne. Çalakiyên dawî yên gerîla divê bi vî rengî bêne fêhmkirin. Yên ku dixwazin bibînin dikarîn îro bibînin ku gerîla îradeyeke ji pola ye, bi hunera xwe ya bilind a manewrayê dikare li ber her cûre êrîşan rabe û wezîfeya xwe pêk bîne. Yên ku naxwazin vê bibînin wê neçar bimînin ku sibe bibînin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî girankirî dewam dike. Gelek derdor dibêje ku tecrîd polîtîkayeke ku li nava tevahiya civakê hatiye belavkirin. Li hemberî vê yekê di asta navneteweyî de ji bo azadiya Abdullah Ocalan kampanya berfireh dibe. Hûn polîtîkaya tecrîdê û berxwedana li dijî tecrîdê çawa dinirxînin?
Ev şerê qirkirinê bi esasî xwe dispêre Îmraliyê. Yanî li Îmraliyê hem qanûnên xwe hem Jî qanûnên navneteweyî bi eşkere binpê kirin û sîstemeke êşkenceya psîkolojîk û tecrîdê ava kirin ku li cîhanê mînaka xwe nîne. Di vê demê de ku derfetên ragihandinê ewqasî zêde bûne, êşkenceya psîkolojîk û tecrîda mutleq a li Îmraliyê esasê vê siyaseta qirkirinê ye. Wan xwestin ku bi vê kiryarê hêviyên gelê Kurd bişikînin, Rêber Apo bidin jibîrikrin, ji civakê û cîhanê tecrîd bikin, zexteke giran li gel bikin, bi rêbazeke şer a komkujiyê êrîşî gerîla bikin û bikin ku Rêber Apo paşve gavê biavêje. Bi vî rengî xwestin encamê bi dest bixin. Lê belê li hemberî tecrîda giran Rêber Apo bi sebir û berxwedêriyeke mezin helwest nîşan da, bi sekn û berxwedana xwe ya bi hevrêyên li gel xwe re sîstema qirkirinê bi temamî bêencam hişt.
Wan xwestin ku bi rêya tecrîdê Rêber Apo îzole bikin. Xwestin ji civakê û cîhanê qut bikin. Hêza Rêber Apo dîwarên Îmraliyê ser û bin kir û ne tenê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bandor li tevahiya cîhanê kir. Îro Rêber Apo ne tenê weke Rêberê gelê Kurdistanê tê dîtin. Di heman demê de weke rêberê gelê Ereb, gelê Asûrî-Suryanî, gelên bindestan tê dîtin. Di asta navneteweyî de bûye rêberê modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst. Ev rastî herî zêde di vê demê de şênber bû. Vaye me dît; kampanya ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li 74 navendên cuda yên cîhanê di heman demê de ji aliyê dostên biyanî û heyranên Rêber Apo hate destpêkirin. Hin navendên din lê zêde bûn û kampanya li derdora 100 navendan ji aliyê kesayet û saziyên dost ên enternasyonalîst ve hate ragihandin. Ev yek nîşaneya şênber a Rêberê me ye ku ji sînorê Kurdistanê derbas kiriye û navneteweyî bûye. Li gel belavbûna paradîgmaya wî Rêber Apo îro li cîhanê bûye lîder û fîlozofê demê. Tecrîda qirkeriyê nekarî pêşî li vê bigire. Ev yek êdî rastiyeke.
Polîtîkaya li Îmraliyê tê meşandin ku navê wê polîtîkaya tecrîdê ye, çarçoveya rejîmeke faşîst a li Tirkiyeyê ye ku nirxên demokratîk hemûyan binpê dike. Heta ku tecrîd neyê rakirin nepêkane ku demokrasî bê Tirkiyeyê. Ne tenê em, her wiha gelek rewşenbîr, hunermend, nivîskar, yanî her kesên ku rastiyan dibînin dibêjin ku tecrîda li Îmraliyê ne tenê li dijî Rêber Apo ye di heman demê de tecrîda li ser gelê me ye, li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Di vê çarçoveyê de herî dawî 564 rewşenbîr û hunermendan belavokek belav kirin. Bi vê wesîleyê hemû rewşenbîr, demokrat, nivîskar û hunermendên ku mohra xwe danîne binê wê belavokê bi hurmet silav dikim.
Bi kurtasî kiryarên li derveyî mirovahiyê yên ku rejîma AKP-MHP'ê li hemberî Rêber Apo dimeşîne, polîtîkaya binpêkirina qanûnan îro bê encam mane, bê wate bûne. Ev yek bi çalakiyên pratîkî, bi daneyan bi şênberî tê dîtin.
Dewleta Tirk dema dawî bi taybetî li dijî gelê Kurd zext, êrîşên qirkirina siyasî û şikandina îradeyê zêde kiriye. Li hemberî vê yekê gelê Kurd di nava berxwedaneke mezin de ye. Gelo dewleta Tirk bi van êrîşan wê karibe encamê bi dest bixe?
Di vê demê de qadeke din ku rejîma faşîst-qirker êrîş dike û dixwaze encamê werbigire gel e. Dixwaze têkoşîna demokrasî û welatparêziyê ya gelê Kurdistanê tasfiye bike. Bi vê armancê bi gelek cûreyan zextê dike, komkujiyan dike, gefan dixwe û êşkenceyê dike. Li gel vê yekê xwestin ku tevî siyaseta demokratîk a Kurd hêzên çep-sosyalîst-demokratîk ên Tirkiyeyê jî tasfiye bikin. Ji bo vê jî hevserok, parlamenter, hevşaredarek bêguneh girtin. Gelek ji wan hîn jî dîlgirtî ne. Siyasetek bi navê qeyûm dan pêş û li dijî îradeya gelê Kurd siyaseta darbeyê kirin. Lê belê mîna ku di doza bi navê 'Doza Kobanê' de jî hate dîtin, van hemûyan nekarî gavê bi kesî bi paşde bide avêtin. Berevajî vê yekê siyasetmedarên Kurd, jinên Kurd, dayikên Kurd, ciwanên Kurd li dijî her cûre zilmê dest bi berxwedaneke mezin kirin. Gelê me û hemû beşên civakî li hemberî van zextan bi serbilindî rawestiyan. Lewma eşkere ye ku bi encam bi dest nexistine. Welê lê hat ku yên vê zilmê dikin ketine rewşeke welê ku pêwîstiya wan bi piştgiriya gelê Kurd û saziyên berxwedêr heye.
Eger van nirxandinêm me hemûyan bi kurtasî komî ser hev bikim; bi sekna bi wate ya dîrokî ya Rêber Apo, bi berxwedana fedaîtî ya gerîlayên Kurdistanê û tevgera me, bi sekna serbilind a saziyên demokratîk ên gelê me li hemberî her cûre zilmê, bi pêngava dawî ya bi çalakiya li Enqereyê destpê kir, têkçûna siyaseta qirkirinê hate nîşandan. Nepêkane ku ev siyaseta qirkirinê li Kurdistanê bi ser bikeve. Rejîma AKP-MHP'ê hêza xwe hemû bi kar anî. Her tişta xwe nîşan da. Lê belê rastiay îradeya li hemberî vê li ber xwe dide li holê ye. Yekane rê heye; ew jî destberdana ji vê siyaseta qirkirinê ye. Eşkere ye ku wê nikaribin bi vê yekê encamê werbigirin.
Tevî ku îdeolojî û daxwazên we diyar in, di nîqaşên çapemeniya şerê taybet de timî tê gotin ku hûn dixwazin dewletekê ava bikin û wan jî ev yek têk birine. Gelo çima propagandayeke bi vî rengî dikin? Di vê mijarê de dixwazin çi bibêjin?
Em tevgereke xwedî îdeolojî û felsefeyeke welê ye ku avakirina dewletekê li aliyekî, dixwazin sîstemên dewletê yên heyî hemû ji holê bêne rakirin. Heta ku sîstemên netewe-dewletê hebin, ti carî wê sîstemeke parvekirinê ya wekhev û azad pêk neyê. Tevî vê yekê jî bi senaryoyên derewîn dibêjin 'em ê dewletê ava bikin', 'pirsgirêka mayindebûnê ya Tirkiyeyê heye', bi vî rengî enerjiya Tirkiyeyê bi temamî di şerê dijî tevgera me û gelê me de bi kar tîne. Ev rejîm dixwaze Kurdan bê îrade bihêle, qir bike û li ser sînorên Mîsakî-Mîllî serwer bibe. Ev sînorên Mîsakî-Mîlî sînorên hevpar ên Tirk û Kurdan bû. Niha ev mejiyê faşîst bi tasfiyekirina Kurdan dixwaze bêyî Kurdan xwedî li Mîsakî Mîlî derkeve. Dixwaze bi vî rengî mezin bibe. Mezinbûneke bi vî rengî nabe. Eger li dîrokê binihêrin û dersê jê werbigirin, hingî nepêkane ku bi vî rengî xwe mezin bike. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîrokê, dewletên Tirk, ji Sekçûkiyan heta niha bi piştgiriya Kurdan li herêmê bûne hêz. Her wiha bicihbûna li Anatoliyê jî bi piştgiriya Kurdan bûye. Salvegera Şerê Malazgîrtê yê 1071'ê pîroz dikin, lê belê bi berevajîkirinê pîroz dikin. Li wir rola Kurdan ji nedîtî ve tên.
Rêber Apo destnîşan kir ku li ser bingeha tifaqa Kurd-Tirk wê Tirkiye li herêmê bibe welatekî herî demokratîk, mezin bibe û pêşengiyê bike. Ji bo vê jî gelekî hewl da. Bi belavokên belavkirî, bi daxuyaniyan ev yek nîşan da. Eger AKP'ê bi ya Rêber Apo bikira, niha rewşa Tirkiyeyê ne bi vî rengî bû. Mirovên li Tirkiyeyê bi vî rengî di nava birçîbûnê de nedigevizîn. Wê bigihaştina asteke hîn bilind a aramî û demokratîkbûnê. Lê belê vî mejiyê faşîst guh neda vê yekê. Berevajî vê yekê da aliyekî, mutabaqqata li Qesra Dolmabahçeyê ji nedîtî ve hat û jê hebû ku bi tundiyê wê karibe encamê bi dest bixe. 9 salên ku ti ser re derbas bûn nîşan da ku nikarin encamê bi dest bixin. Nepêkane ku bi tundiyê encamê bi dest bixin, nikarin îradeya gelekî tune bikin.
Ji berê ve dewleta Tirk kuştiyên xwe yên di şer de vedişêre, eşkere nake. Kêm caran eşkere dike. Bêguman dema ku mirov bala xwe didins er daxuyaniya HPG'ê, fêhm dike ku gelek windahiyên xwe veşartine. Gelo dewleta Tirk çima dema dawî windahiyên xwe eşkere dike?
Belê, heta niha windahiyên xwe bi hesasiyeteke mezin vedişartin. Beşek ji windahiyên xwe yên çalakiyên dawî eşkere kirin. Bêguman sedemên vê yekê hene. Dikarim qala çend ji wan bikim:
Sedema yekemîn; bi pêngavê de di çalakiyên dawî de hejmara windahiyên wan gelekî zêde ye. Dema ku zêde bin hingî neçar dimînin ku çend ji wan bi raya giştî re parve bikin. Ji ber ku van cenazeyan dibin nexweşxaneyan, dibin morgan, ji wir jî dibin deverên cuda, radestî malbatên wan dikin. Yanî dema zêde be, çend heb jî be neçar dimînin eşkere bikin.
Her wiha dewleta Tirk nekarî cenazeyên leşkerên xwe yên van çalakiyan bi derfetên xwe werbigire. Bi alîkariya PDK'ê karîbû mirî û birîndarên xwe ji Amediyê bibe Tirkiyeyê. Di herdu çalakiyên berê de jî bi vî rengî bû; di çalakiya dawî de dîsa bi alîkariya PDK'ê karîbû cenazeyên xwe bibin. Her wiha gundî jî xistin dewrê. Gundî li qadê belav bûn, cenazeyên leşkeran dîtin, dan PDK'ê û PDK'ê jî ew radestî leşkerên dewleta Tirk kirin. Yanî rewşeke welê rû da ku nikaribe veşêrin. Ji ber vê neçar man lê mikur bên.
Wekî din li Xakurkê di çalakiyê de leşkerekî dema tekmîl da fermandarê xwe bi telefonê got 'herî kêm 6 windahiyên me hene, dibe ku zêde jî be'. Ev axaftina bi telefonê li înternetê hate weşandin. Wan destpêkê 3 kuştiyên xwe îlan kirin, piştre jî kirin 6. Halbûkî hejmara kuştiyan 6 jî nebû. Wî leşkerî ji xwe gotibû, 'herî kêm 6 e, yên min dît 6 bû'. Halbûkî li wir 27 windahiyên wan hebû û ev cenaze 3 rojan li wir man. Piştî 3 rojan karîbûn mirî û birîndarên xwe ji wir bibin. Dema ku rewş bi vî rengî be nikarin veşêrin û neçar dimînin hinekan eşkere bikin.
Ji aliyekî ve windahiyên xwe vedişêrin, li aliyê din jî têkildarî windahiyên gerîla nûçeyên derewîn diweşînin...
Belê. Di rewşa heyî de rejîm ne tenê derewan li civaka Tirk û raya giştî dike; bi xwe jî gelek kes kiriye derewîn. Hema bibêje hemû saziyên çapemenî-weşanê yên li Tirkiyeyê û siyasetmedarên wan bûne derewîn. Ji ber ku agahiyên didin rast nîne, şaş in. Her kes li ser vê şaşitiyê jî dibêjin 'daxuyaniya fermî ya dewleta me ye' û li ser şîrovan dikin. Her cara ku windahiyan dide radibin li ser maseyê nûçeyan amade dikin. Mînak; piştî çalakiya 12'ê Çileyê têkildarî fermandara me ya gelekî hêja Peyman (Hulya Mercan) a ku sala 2019an şehîd bû, nûçe amade kirin. Halbûkî hevala Peyman ji aliyê me ve berê hatibû ragihandin; tevgera me li ser axivî bû, daxuyanî dabû. Tevî wê yekê jî nûçe amadekirin û gotin, 'Li Metînaya ku leşkerên me lê mirin, fermandareke wan ji aliyê MÎT'ê ve nizanim bi çi operasyonê îmha kirin'. Hemû qenalên wan ev yek weke nûçeya lezgîn weşandin. Ne tenê ev, ji bo gelek hevalan ev yek tê dubarekirin. Bi nûçeyên bi vî rengî yên derewîn hewl didin pesnê MÎT'ê bidin. Bi gotina 'MÎT'ê dît, operasyon kir' senaryoyên derewîn amade dikin. Ev yek lawaziya wan nîşan dide, ne tiştekî din.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi van çalakiyan kirin ku operasyonên navê Pençe lê hatibû kirin ên sîstema dewleta Tirk a mêtinger-qirker bibin cihê lêpirsînê. Nîqaş li ser tê kirin ku operasyon bêne vekişandin. Di hevpeyvîneke xwe ya beriya niha de we gotibûn, 'Ya wê vekişin ya jî wê hemû bimirin'. Hûn nîqaşên di vê çarçoveyê de têne kirin çawa dinirxînin?
Beriya her tiştî vê yekê bibêjim; em tevger tevgereke welê ne ku soza xwe bi cih tînin, soza xwe li erdê nahêlin. Ez bi xwe, tiştekî ku nebe, tiştekî ku em nikaribin bikin tenê ji bo propagandayê nabêjim. Ew gotinên ku min got, ji bo leşkerên di sala 2022'an de hatibûn Girê Amediyê hatibû gotin. Piştre artêşa Tirk ji wê derê yanî ji Girê Amediyê vekişiya, çû, lê di Îlona 2023'an de careke din hat. Vê carê bi armanca mayindebûnê hat. Ji ber vê yekê gerîla diavêje ser wê qadê. Lê belê me ew gotin ne ji bo gefxwarinê, lê ji bo hişyarkirinê gotibûn. Armanca me ne ew e ku hîn bêhtir leşkeran bikujin, em dixwazin pêşî li rijandina xwînê bê girtin. Teqez em ji van mirinan berpirsyar nînin. Berpirsyar ew kes in ku şer ewqasî dewam dike, şer aniye heta Amediyê û dixwaze bi rengekî mayinde dagir bike. Mîna ku hevalê Abbas jî got, berpirsyarê esasî Tayyîp Erdogan û Bahçelî ye.
Her wiha stratejiya şaş a pratîkî û destberdana ji leşkeran jî heye. Yanî mîna ku ji wan re bibêjin, 'Hûn leşkerên ji bo pereyan şer dikin, eger pêwîst be divê hûn bimirin', nêzîkatî nîşan dan. Dibe ku bi qasî îdîayên çapemeniya Tirk nîne, yanî ji derfetan bêpar nînin. Lê belê êrîşa li ser qadên bi rîsk, jinedîtî hatina jiyana leşkeran, rastiyeke ku nîşan dan. Di vê mijarê de ji gelek pratîkan me dît ku hin fermandaran ji bo kariyera xwe ya şexsî bi dehan leşker dan kuştin.
Divê raya giştî ya Tirkiyeyê ya hêja, gelê Tirk zanibin; em dijminê Tirkiyeyê nînin. Em dijminê gelê Tirk qet nînin. Em di heman demê de bi navê gelê Tirkiyeyê vê têkoşînê dimeşînin. Em naxwazin Tirkiyeyê parçe bikin, em dixwazin Tirkiyeyê biguherînin, bikin welatekî demokratîk. Komareke demorkatîk armanca me ya bingehîn e ku Kurd, Tirk, bi çanda xwe bi rengekî azad û bi hev re bijîn. Rêber Apo ev yek bi şênberî nîşan da. Rêber Apo afirînerê stratejiya komara demoratîk e. Yê ku şer û rijandina xwînê ferz dike, yê ku dixwaze bi kuştinê encamê bi dest bixe rejîma AKP-MHP'ê ye.
Tiştekî din jî divê empatî bê kriin. Kurd gelek e û dixwaze hebe. Eger îro zimanê Tirkiyeyê, Tirkî bê qedexekirin wê berxwedana bê kirin rewa nebe? Ev yek ji bo her gelî derbas dibe. Eger ziman, nrixê gelekî bê qedexekirin, hingî mafê berxwedanê çêdibe. Gelê Kurd jî li ser vê bingehê li ber xwe dide. Divê ev yek bê dîtin. Li aliyê din Bakurê Kurdistanê têrê nekir, vê carê radibe Başûrê Kurdistanê dagir dike. Tu di asta hêza dagirker de ye. Cihê ku tu diçe ne ji bo berhevkirina kulîlkan, tu ji bo kuştina mirovan diçe. Eger tu ji bo kuştina mirovan biçe, hingî tu jî dikare bimire. Yanî ew leşker ji bo kaşûnê li wî çiyayî bike derneketine serê çiyê. Lewma berpirsyarê mirina leşkeran yên ku vê polîtîkayên dimeşînin. Çi karê wan leşkeran li wê derê heye? Bi esasî divê ev yek bê pirsîn.
Bi kurtasî dezenformasyoneke mezin heye. Rastî têne berevajîkirin. Dengê şoreşê bêguman nagihêje civaka Tirkiyeyê bi temamî, kêmasiyeke bi vî rengî heye. Lewma ew jî her tiştî li gorî dilê xwe, li ser maseyê amade dikin û pêşkêşî civakê dikin, hewl didin civakê bi vî rengî bi rê ve bibin. Rastî bi vî rengî nîne. Yên ku şer dixwazin ew bi xwe ne. Rêber Apo beriya niha bi 5 salan dema ku parêzer çend caran çûn gel wî, çi gotibû? Gotibû 'Bila firsendê bidin min, di nava hefteyekê de ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim'. Li gel vê yekê çima şer, çima ewqasî mesrefa madî, çima ewqas tank, top û balafir! Li dijî gelê Kurd çima ewqas êrîş têne kirin? Sibe li hemberî dîrokê wê vê yekê çawa vebêjin?
Li pêşberî çalakiyên grîla her tim qala destên derve tê kirin, her tim qala piştgiriya Emerîka, Îsraîl, Îran û gelek welatên din ên ji bo van çalakiyan tê kirin. Di vê der barê de jî têkiliya hêzên Rojavayî û DYE'yê timî weke mînak tê nîşandan. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?
Belê; ev yek nêzîkatiyeke giştî ya feraeta mêtinger a dewleta Tirk e. Di her demê de li hemberî daxwaza gelê Kurd a ji bo mafê xwe, timî qala hêzên derve kirine. Hebe yan jî nebe, wan timî qala hêzên derve kirine. Niha jî heman tiştî dikin. Li pêşberî stratejiya xwe ya şaş û têkçûna xwe, destwerdana hêzên derve ji xwe re dikin hincet. Na, stratejiya we şaş e. Hûn civakekê, gelekî bi temamî terorîst dihesibînin û dixwazin tune bikin. Ev nepêkan e, hûn nikarin vê bi ser bixînin. Lê belê ew di vê de israr dikin. Mînak bi heman armancê hewl didin pêwendiya tevgera me bi narkotîkê re deyne. 45 sal in rayedarên dewleta Tirk me bi narkotîkê sûcdar dikin. Heta niha li devereke cîhanê, li Tirkiyeyê têkildarî endamekî PKK'ê dozeke narkotîkê nîne. Eger gotinên wan rast bûya niha bi hezaran doz diviyabû hebûya. Hene? Na, nîne. Di nava Kurdan de dibe ku hinek bi karên cuda re mijûl dibin, lê belê felsefe, exlaq û terbiyeya rêxisitna PKK'ê di çarçoveya têkoşîna li dijî her cûre narkotîkê de ye. Tevî vê yekê jî sûcdariyan dikin. Ev hemû berevajîkirina rastiyê ye.
Tu lê dinihêre hin kes, ku gotina Prof. li pêşiya navê wan e li pêşiya kamerayan radibin dibêjin, 'Li pişt vê çalakiyê Emerîka heye, Îsraîl heye, Îran heye'. Însaf! Ewqasî jî nabe. Yên ku ji bo propagandaya şerê taybet dikin dikarin bêne fêhmkirin, lê belê hin kesên ku divê ne bi wî rengî bin, her wiha hin rastiyan diparêzin, radibin heman tiştî dibêjin. Yanî radibin dibêjin 'ev yek proje ye, li pişt vê hêzên derve hene û hwd.' Rastî bi vî rengî ye? Na. Ti eleqeya xwe nîne.
Belê; Emerîka xwedî projeyeke Kurd e. Ya rast tê gotin ku 'heye'. Lê belê ne diyar e bê çi ye. Lê belê di nava vê projeyê de PKK nîne. Emerîkayê ne tenê em xistiey nava lîsteya terorê, di heman demê de bi milyonan dolarî xelat daniye serê her yekî ji me. Wekî din 40 sal in dewleta Tirk bi piştgiriya siyasî, leşkerî û teknîkî ya Emerîka û NATO'yê li dijî me şer dike. Eger ne ji piştgiriya hêzên derve ya ji bo dewleta Tirk û artêşa wê nebûya, nekarî vî şerî ewqasî dewam bikin. Ji ber ku berjewendiya sermayeya global ne di çareserkirina pirsgirêkan de ye; di neçareserkirinê de ye. Lewma piştgiriyê dikin û ew jî dimeşînin.
Niha, eger ne ji destûra Emerîkayê be gelo SÎHA yên Tirk, balafirên irk dikarin ewqasî bidin nava Iraq û Sûriyeyê? Li Iraqê bêyî destûra Emerîkayê çûkek jî nikare bifire. Gelo kes maye ku pê nehesiya be bi salane bombardûmana balafiran li ser Başûrê Kurdistanê tê kirin. Gelo ev êrîş bêyî destûrê dikarin bêne kirin? Piştgiriya DYE'yê eşkere ye. Emerîka dibêje 'Ez piştgiriyê didim we', lê belê ew radibin li ber ekranê hemûyan ji bîr dike û berevajî vê dibêjin. Eger Emerîkayê bi rastî jî li Rojava piştgirî bida QSD'ê û hêzên din, eger mîna ku çapemeniya Tirk îdîa dike dixwaze bi rêya hêzên li wê derê projeyekê pêk bîne, hingî wê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên ku li Rojava, li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ewqasî qanûnên şer binpê dike, çavkaniyên jiyanê yên bingehîn ê mirovan bombe dike, wê bêdeng bima? Wê asteng bikira. Bixwaze dikare asteng bike.
Belê, li wê derê di navbera hêzên li Rojava û Emerîkayê de têkiliyek heye, lê belê rayedarên Emerîkî bi xwe eşkere dikin ku ev têkilî çi ye. Rayedarên QSD'ê jî dem bi dem destnîşan dikin. Lê belê dewleta Tirk vê yekê ji xwe re dike hincet û îdîa dike ku li pişt doza Kurd a mafdar hêzên navneteweyî hene, bêyî li ber xwe bikeve van îdîayan bi israr dike. Halbûkî ya ku ew dixwzin, mîna ku Emerîka piştgiriyê dide Îsraîlê, di heman astê de piştgiriyê bide wan. Yanî ji ber ku Emerîka piştgiriya ku dide Îsraîlê di heman astê de nade wan, van rexneyan dikin. Esas ev e û eşkere ye ku ti eleqeya xwe bi me re nîne.
Piştî her operasyona şoreşgerî dewleta Tirk bombeyan li qadên sivîl ên li Rojava dibarîne, bombeyan li saziyên xizmetê dibarîne. Li aliyê din li Bakurê Kurdistanê jî operasyonên qirkirina siyasî dike. Têkildarî vê yekê hûn dixwazin çi bibêjin?
Sivîlên li Bakur ên bêparastin, li mala xwe di xew de nîvê şevê bi serdegirtinan têne girtin. Ji vê re jî dibêjin 'Operasyona Qehremanan'. Vana ji xwe re kirine pîşeyek ku henekê xwe bi rastiyan bikin. Çi eleqeya xwe heye! Tu bi hêzeke leşkerî diavêje ser malên mirovên sivîl, mirovên bêguneh digire, aciz dike. Çi eleqeya vê bi qehremaniyê heye? Ev yek qehremanî nîne, namerdî ye. Lê belê ew namerdiyê ji xwe re dikin qehremanî.
Di heman demê de êrîşên li ser Rojava jî nayê qebûlkirin. Êrîşên li ser çavkaniyên jiyanê yên civakekê, bi taybetî êrîşên li ser nexweşxane, matbaa, firin, embarên genim, febrîqeyan, binpêkirina qanûnên şer ên navneteweyî ye. Qadên bi vî rengî qadên sivîl in, nabe ku êrîş lê bê kirin. Êrîşa li ser van, kiryarek li dijî mirovahiyê ye. Li wê derê 5 milyon mirov hene. Têkbirina çavkaniyên wan ên debarê, bêparhiştina ji elektrîk û avê ti eleqeya we bi mirovahiyê re nîne.
Ti dewlet û artêşeke xurt nakeve rewşeke bi vî rengî ya ketiye, tiştekî bi vî rengî nake. Ev yek êrîşeke gelekî qirêj û tirsonekî ye. Ne rêbaza yên bi hêz in, rêbaza yên lawaz in. Eger tu leheng be cihê yên ku li dijî te şer dikin diyar e, tu yê li hemberî wan şer bike. Biçe li hemberî wan şer bike. Êrîşa li ser mirovên sivîl, êrîşa li ser çavkaniyên jiyanê tê çi wateyê? Eşkere ye ku ji bo têkçûna wan eşkere nebe êrîşî Rojava dikin. Eger ji wan heye ku bi van êrîşên qirêj wê karibin gerîla asteng bikin, hingî xwe dixapînin. Êrîşên têne kirin ti eleqeya xwe bi me re nîne, di heman demê de nikare doz û çalakiyên mafdar ên gerîla asteng bike.
Li hemberî van êrîşan ji raya giştî ya navneteweyî nerazîbûnek nehate nîşandan. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?
Ev jî aliyekî din ê balkêş ê mijarê ye. Di vê xusûsê de kêmasiyên hêzên Kurd jî hene. Li gel kêmasiya destnîşankirina cudahiya navbera parçeyan, di karê dîplomasiyê de jî kêmasî hene. Her wiha lawaziya refleksên neteweyî yên Kurd mijareke cidî ya rexnekirinê ye. Bi kurtasî li hemberî van êrîşan hin alî hene ku divê em Kurd jî li ser bisekinin. Her wiha hin şaşitî û kêmasiyên rêxistiniyên ciwanan jî hene ku bi nêzîkatiyên hestewarî tevdigerin. Her parçe cuda ye; her parçe têkoşîna xwe di nava şert û mercên xwe de dimeşîne. Çawa ku her partiyeke Marksîst a li welatekî ji pratîka partiyeke Marksîst a li welatekî cuda berpirsyar nikare bê dîtin, di vê mijarê de her kes ji pratîka li şert û mercên welatê xwe berpirsyar e; berprisyariya PKK û PYD a li hemberî hev jî di heman astê de ye. Aliyê wan ê hevpar ew e ku îdeolojiya Apoyî pejirandine, lê belê her kes ji pratîka li parçeyê xwe berpirsyar e. Têkiliyeke organîk bi hev re nîne, nabe ku ji hev berpirsyar bêne nîşandan. Bi dîtina min ev rastî bi xurtî nehatiye nîşandan. Bi giranî nêzîkatiyên hestewarî xwe didin pêş û îdeolojî û rêxistinî tevlîhev têne kirin.
Lê belê dewleta Tirk bi zanebûn vê rewşê cuda nîşan dide û bi kar tîne. Mîna ku têkiliyeke xwe ya organîk heye, mîna ku yek e, nîşan dide. Her wiha têkildarî Rojava timî navê partiya me PKK'ê jî bi kar tîne. Dibêjin, 'Me derba giran li çavkaniyên fînansê yên PKK'ê xist'. Çi eleqeya xwe heye? Çi karê çavkaniyê fînansê yê PKK'ê li wê derê heye? Ev yek dereweke mezin e, berevajîkirina rastiyê ye. Ji xwe tişta nû ku AKP'ê li Tirkiyeyê pêk aniye ew e ku ne tenê di vê mijarê de di mijarên giştî de jî sûc dike, kiryarên li dijî qanûnê dike, lê belê mîna ku tiştên xwezayî ye bi rengekî eşkere di çapemeniyê de rewa nîşan dide. Yanî hewl dide ku sûc weke ne sûc e nîşan bide. Bi vî rengî dixwaze rewa bike.
Êrîşên ku niha AKP li ser Rojava dike êrîşên li dijî mirovahiyê ne. Bi esasî ji hebûna gelê Kurd û statuya gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê aciz e. Yanî dixwaze Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji holê rake. Xwe li jiyana azad û bi hev re ya gelan ranagire, wê sîstemê li dijî xwe weke metirsiyê dibîne, lewma êrîş dike. Ji ber vê yekê hewl dide têkiliya wê derê bi gerîla re deyne. Hewl dide wê derê mîna çepereke PKK'ê nîşan bide. Ti eleqeya van bi rastiyê nîne. Ya ku bi esasî li wê derê êrîşî wê dike, statu ye. Ji bo astengkirina statuya gelê Kurd êrîşan dike. Bi vî rengî dixwaze li pêşiya pêşketina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk bibe asteng. Yanî ev yek hewldanek ji bo xerakirina sîstema li wê derê ye, ji bo koçberkirina gelê Kurd e. Çi eleqeya xwe bi gerîla re heye? Ti eleqeya xwe pê re nîne. Lê belê di vir de ya girîng ew e ku ji gelê Kurd û raya giştî re rastî bê nîşandan û li hemberî êrîşan bi rêbazên rast têkoşîn bê meşandin. Ji ber vê yekê jî divê kêmasî bêne dîtin û çareserkirin.
Tevî ku we gelek caran qala armanca dewleta Tirk a ji bo tasfiyekirina Kurdan kirin jî PDK hîn jî li qadên şer bi dewleta Tirk re tevdigere. Bandora vê yekê li ser gelê Kurd çi ye?
Asta hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re pirsgirêkeke cidî ye û nabe ku ev yek tenê weke pirsgirêkek di navbera du rêxistinan de bê pênasekirin. Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi dewleta Tirk bide qebûlkirin di nava fedakarî, hewldan û kedeke mezin de ye. Bi deh hezaran mirovên me yên welatparêz şoreşger hene ku hatine girtin. Li Bakurê Kurdistanê zext, êşkence tê kirin; li ser Rêber Apo tecrîdeke giran heye ku mînaka wê li cîhanê nîne. Sîstemeke êşkenceyê heye. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd û ciwanên Kurd ku yekane sûcê wan parastina nasnameya Kurd e li girtîgehan têne rizandin. Li dijî gelê Kurd zext û tundiyeke mezin a faşîzan heye. Ji zexten faşîzan ên dema Saddam girantir bi tundiyeke mezin êrîş li gelê me tê kirin, gelê me jî li hemberî vê li ber xwe dide. Her roj ewladên xwe şehîd dide û bi her tiştên xwe li ber xwe dide. Armanca van hewldanan hemûyan çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Dixwaze çareseriya pirsgirêka Kurd bi dewleta Tirk bide qebûlkirin, lê belê PDK bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re ku siyaseta herî dijminane li hemberî Kurdan dimeşîne hevkariyê dike. Ev hevkarî çareseriyê xurt nake, bêçareseriyê mezin dike. Bi vî rengî li pêşiya çareseriyê dibe asteng. Yanî ev sekn destê hêzên faş^sıt xurt dike ku dixwazin gelê Kurd qir bikin.
Bakurê Kurdistanê nîvê Kurdistanê ye. Neçareseriya li vê derê tiştekî welê ye ku bandorê li ser paşeroja tevahiya Kurdistanê dike. Eger siyaseta qirkirinê ya ku AKP-MHP niha li Bakurê Kurdistanê dimeşîne bi ser bikeve, wê destketî û hebûna li parçeyên din hemûyan bixe xeteriyê. Ev yek misoger e. Lewma hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ji bo Kurdan pirsgirêkeke neteweyî ye. Ji ber vê yekê her kesên alîgirê mafên neteweyî yên Kurdan divê li ser vê yekê bisekinin, kes li hemberî vê bêdeng nemîne. Di vê mijarê de bêguman her kes dikare tiştekî bike. KNK a ku xwe ji doza Kurd berpirsyar dibîne û saziyên mîna wê dikarin gelek tiştan bikin, berpirsyariyên xwe hene. Mînak, li Bakurê Kurdistanê yên ku dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl û kesayetên welatparêz ên ji bo vê yekê têdikoşin, ji bo çareserkirina vê astengiyê divê têbikoşin. Heta niha ji rêxistinên Bakur hin daxuyanî li ser mijarê hatin dayin, lê wê şaş be ku mirov tenê qîma xwe bi van daxuyaniyan bîne. Ji bo PDK dest ji vê polîtîkaya xwe ya nexêr û li dijî berjewendiyên neteeyî yên Kurdan berde, her kes divê hin tiştan bike. Hinek dikarin biçin hevdîtinan bikin, dikarin hişyar bikin; hinek dikarin li Başûrê Kurdistanê û li qada navneteweyî hin çalakiyan bikin. Ji ber ku ev polîtîka berjewendiyên gelê Kurd bi temamî dixe nava xetereyê. Rejîma heyî ku bi navê Dewleta Komara Tirkiyeyê tevdigere, kiryarên xwe yên faşîst weke kiryarên li hemberî PKK'ê nîşan dide, lê belê bi cewherî êrîşek li ser paşeroja gelê Kurd bi temamî ye. Dewleta Tirk naxwaze ku gelê Kurd li herêmê bibe xwedî îrade û statu. Vê yekê li hemberî hebûna xwe weke metirsiyeke cidî dibîne. Tevî ku rewş ewqasî eşkere ye, çawa dibe ku hêzek bi navê Kurdîtiyê radibe bi dewletek dijminê Kurd û Kurdistanê re hevkariyê dike û ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê alîkariyê dide wan. Divê ti welatparêz vê rewşa metirsîdar qebûl neke.
Divê ev yek baş bê zanîn; dewleta Tirk di herikîna dîrokê de ti carî ji cihekî dagirkiriye venekişiya ye. Û êdî kes nîne ku nizanibe dewleta Tirk xwedî stratejiyeke veşartî ya ji bo dagirkirina sînorên Mîsakî Mîlî ye. Tevî vê yekê jî PDK ji bo dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike çima ewqasî hewl dide? Çima ewqasî derfetan dide dewleta Tirk ku li Girê Amediyê bi cih bibe? Ji bo lawazbûn û şikestina berxwedana gerîla çimqas ewqasî ambargoyê dike, rê digire, îxbar dike? Ev yek nayê fêhmkirin. di navbera van de peymaneke çawa ya veşartî heye, kes pê nizane. Divê ev yek bê eşkerekirin. Li hemberî paşeroja gelê Kurd çi peyman çêkirine; çima rêxistinek di vê astê de dibe şirîk ji dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Kurdan? Ev yek mijarên girîng in û di vê mijarê de divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne, ji bo berjewendiyên neteweyî yên Kurdan nekevin xeteriyê çi ji destê kê tê divê bike. Sekneke bi vî rengî wezîfeya welatparêziya neteweyî ya her kesî ye.
Dewleta Tirk di heman demê de hewl dide nirxên civaka Kurd bê qîmet bike, li ser wan dilîze, tune dihesibîne. Herî dawî têkildarî Şêx Seîd gelek nîqaş hatin kirin. Heqaretên ku di van nîqaşan de hatin kirin li nva gelê Kurd bûn cihê nerzîbûnan. Hûn dixwazin di vê der barê de çi bibêjin?
Belê, Şêx Seîd nirxekî gelê Kurdistanê ye ku di dîroka gelê Kurd de cihekî xwe heye. Heqareta li Şêx Seîd heqaretek li tevahiya gelê Kurd e. Her çend dewleta Tirk hewl dide ku ji ber çavan birevîne jî belgeyên dîrokî hene. Gelê Kurd di avakirina Tirkiyeya nû de gelekî xwedî ked e. Tevlî şer bûye, şehîd daye, hêmanê bingehîn ê damezrandinê ye. Heta sala 1924'an heta astekê hevkariya Kurd-Tirk hebû. Di vê mijarê de soza xweseriyê ji kurdan re hate dayin. Lê belê bi Destûra Bingehîn a 1924'an re gotin 'Li Tirkiyeyê tenê miletek heye' û hebûn û mafê Kurdan hate înkarkirin, sozên ji gelê Kurd re hatin dayin bi cih nehatin anîn, xiyanet li gelê Kurd hate kirin. Di vir de yê ku xiyanet kiriye Şêx Seîd nîne, yê ku xiyanet lê hatiye kirin Şêx Seîd û gelê Kurd hemû ye.
Şêx Seîd weke rûspiyekî gelê kurd di jiyana xwe de mirovekî durust û ji dil bû. Bi xwe lîderê tevgerê nebû. Endamekî Komîteya Azadî bû. Lê belê piştî ku lîderê Komîteya Azadî Xalid Cibranî û Yûsûf Ziya hatin girtin, her wiha ji ber ku neheqiyeke mezin li gelê Kurd hate kirin, bar li ser milê Şêx Seîd ma. Wî jî xwe neda alî û fedakarî kir. Hewl da xwedî li doza azadiyê ya Kurd derkeve. Piştî civîna destpêkê ji ber provokasyona leşkerên li pêşiya komekê hatibû şandin, hewldanek zû destpê kir. Bêyî ku amadekariyên pêwîst hatibû kirin, dewleta Tirk bi ser de çû. Ya ku li vir qewimî ev bû. Lewma eşkere ye ku heta rastiya mafdar a doza Kurdan neyê dîtin, ev rew jî wê bi rengekî rast neyê dîtin. Şêx Seîd di têkoşîna doza neteweyî ya Kurd de kesayetekî girîng e ku derbasî dîrokê bûye û di têkoşÎna azadiyê ya îro de jî xwedî li bîranîn û armancên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Îhsan Nûrî Paşayan tê derketin.
Her wiha di axaftina Şêx Seîd de ku qala xelîfetiyê kiribû, ji bo wê demê tiştekî anormal nebû. Xelîfetî nû hatibû rakirin û derdora lîder jî di nav de beşeke girîng a kadroyên dewletê hîn jî xelîfetî diparastin. Her wiha agahî hene ku nîşan dide, di vê îfedayê de rola pêşniyarên efserekî dewletê jî heye. Lewma nirxandina tenê li gorî vê yekê, ji bo armancekê hatiye kirin.