Gelê Ereb parêznameyên Abdullah Ocalan xwendin

Pêkhateyên Ereb ên Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Gel û Meclîsa Jinên Ereb beşdarî çalakiya 'Hefteya Xwendina Fikrên Rêber Ocalan' bûn

Di 21'ê Cotmehê de gelên Êzidî û Ereb bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re Xweserî" di bin pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Şengalê de tevlîbûna xwe ji pêngava "Ji Rêber Ocalan re azadî" îlan kirin. Çalakiyên di vê çarçoveyê de tên lidarxistin, dewam dikin.

Di çarçoveya pêngava, ‘Azadî ji Rêber Apo re, Xweserî ji Şengalê re’ li Şengalê hefteya xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi dirûşmeya, ‘Parêznameyên min li kuderê bin ez, li wirim’ de Pêkhateya Ereb ya Şengalê jî tevlî hefteya xwendina parêznamayan bûn. Di çalakiya ku wê hefteyekê dewam bike de, her roj wê parêzname û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meclîsa gel a cuda de bi tevlîbûna nûnerên saziyên li Şengalê bên xwendin. Pêkhateya Ereb ya gundên li bakurê Şengalê bi pêşengiya Meclîsa herêmên pêkhateya Ereb û Meclîsa Jinên Ereb li meclîsa Gel a Bîrcarî kombûn û parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin. Piştî xwendina parêznameyan gel li ser parêznameyan nîqaş meşandin.

Parazname ji aliyê endama Meclîsa Jinên Ereb Fatîma Mihemed ve hate xwendin. 

Beşdarên civînê gotin, "Herêma me timî di dîrokê de ji aliyê dewletê ve hatiye ji bîr kirin û ti girîngî pê ne hatiye dayîn. Her timî nakokî navbera me û pêkhateyên din de hebû. Lê piştî hatina gerîla ya herêmê me fikrê Rêber Apo naskir. Piştî naskirina me çêbû, em bixwe parastina herêmên xwe dikin û xwe rêvedibin.”

Gel anî ziman ku li ser bingeha fikrên Abdullah Ocalan guhertinên mezin jiyane.