BI DÎMEN

Ozdemîr: Li Îmraliyê êşkenceyeke sîstematîk heye

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, diyar kir ku tecrîda mutleq û agahî negirtina ji Îmraliyê êşkenceyek berfireh û sîstematîk e û destnîşan kir ku qanûn û peyman hatine piştguh kirin.

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr, diyar kir ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê hatiye ferzkirin ne hiqûqî û ne mirovî ye û got ku divê di zûtirîn demê de ev tecrîd bi dawî bibe.

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr ji ANF'ê re axivî û got, "Weke ku tê zanîn, ev sê sal in li Girtîgeha Greva Îmraliyê, destûr nayê dayîn ku Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Ti têkiliya wan bi cîhana derve re nîne. Berê jî pêkanînên bi heman rengî hatin kirin û îro jî ev pêkanîn bi rêbazên derhiqûqî tên kirin."

BÊHIQÛQÎ DIKIN REWŞEK JI RÊZÊ

Parêzer Ozdemîr, grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê ku dewam dikin bi bîr xist û wiha got, "Ji bo şikandina sîstema tecrîdê ya li Grava Îmraliyê û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, girtiyan çalakiya grevê ya bi dem û dorveger dan destpêkirin. Tê xwestin ev pêkanînên derqanûnî li Tirkiyeyê ji rêzê bê kirin. Em dibînin ku tecrîd li ser mirovan, li ser civakê û bi taybetî li ser welatiyên ku dixwazin li benda edaletê bin, şikestinek cidî çêdike. Me wek hezar 330 parêzer ji bo hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Grava Îmraliyê tên ragirtin serî lê da. Berê jî wek parêzer me ji bo hevdîtinê serî lê da, lê ti bersivek ji van serlêdanan re nehat. Weke hezar 330 parêzeran, me serlêdana xwe ya ji bo bidawîbûna tecrîda li Girtîgeha Grava Îmraliyê û rakirina astengiyên li pêşiya hevdîtina parêzeran dubare kirin."

ÊŞKENCEYEKE BERFIREH Û SÎSTEMATÎK E

Parêzer Ozdemîr, divê pergala cezayê ya li Tirkiyeyê li gorî peymanên navneteweyî û standartên girtîgehên li Ewropayê yên ku Tirkiyeyê bi wan ve girêdayî ye tevgere û wiha domand, “Hewce dike ku şert û mercên guncav ên ku girtî karibin bi cîhana derve re têkilî danin bên avakirin. Êşkenceyeke berfireh û sîstamatîk tê pêk anîn. Girtîgeha Gerava Îmraliyê, ji bilî sîstema ceza ya li Tirkiyeyê û qanûnên hiqûqa navxweyî, bêyî ku bi Wezareta Edaletê ve girêdayî be, bi koordînasyonekê di bin serokkomara Tirkiyeyê de tê birêvebirin."

CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ HINCET IN JI BO KÛRKIRINA TECRÎDÊ

Parêzer Ozdemîr, bal kişand ser qedexeyên hevdîtinê û cezayên dîsîplînê û wiha axivî, "Ev cezayên dîsîplînê ji aliyê dadgerên înfazê ve bi tenê nayên girtin. Her wiha derfet nayê dayîn ku parêzer li dijî van biryaran îtîrazê jî bikin. Em dibînin ku tecrîd bi dadwerên înfazê, dadger û dozgeran ku biryarên keyfî, derqanûnî didin, dihêlin ku tecrîd heta hetayê bê meşandin, tecrîd kûrtir dike. Ji bo dawîkirina tecrîdê bê şert û merc divê hewldan û têkoşîneke hiqûqî bê kirin.”