BI DÎMEN

‘PDK bi handana dagirkeran hewl dide şer di navbera Kurdan de bide destpêkirin’

Çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn got: "Yên ku şerê di navbera Kurdan de xweş dikin, dixwazin têkoşerên Kurd ji şerê rastîn ê berjewendiyên gel dûr bixin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) roja pêncşemê 25’ê Çileya 2024’an bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşa li Amêdiyê bi hevkariya PDK û dewleta Tirk hatiye kirin. HPG’yê ragihand ku hêzên PDK’yê ji bejahiyê kemîn li ber gerîlayan daniye û bi çekên giran êrîş birine ser wan û dewleta Tirk jî ji hewayê bombebaran kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku, “24'ê Çileyê saet derdora 11'an hêzên me yên ku bi 2 wesayitan diçûn Girê Amediyê, li qada Sergelê ketin kemîna hêzên PDK'yê. PDK li ser rê bi wesayiteke ku doçka li ser bû, ketibû kemînê û gule li hêzên me reşandin. Li ser vê yekê hêzên me ji wesayitan peya bûn û bersiv dan û demeke kurt şer qewimî. Di vê navberê de balafirên keşfê yên Tirk ketin dewrê û li ser herêmê firiyan. Di encama gulereşandina hêzên PDK'yê de 2 hevalên me birîndar bûn, her wiha wesayitên me jî li qadê têk çûn û ji neçarî li cihê bûyerê hatin hiştin. Piştre balafirên şer ên Tirk jî destwerdan kirin û bombe li her du wesayitan barandin. Bûyer bi vî rengî qewimî.”

‘DIXWAZIN KURDAN JI ŞERÊ RASTÎN Ê BERJEWENDIYÊN GEL DÛR BIXIN’

çavdêrê siyasî li ser şerê Kurd û Kurdan wiha got: “Em îro li her çar parçeyên Kurdistanê dizanin ku kî mafê Kurdan diparêze, dixwazin têkoşerên Kurd ji şerê rastîn ê berjewendîyên gel dûr bixin û bixin nav şerekî Kurd û Kurdan. Zerermendê yekem ê şerekî wiha gelê me dibe.”

Çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi baweriya min ew kesên ku hewl didin şerekî di navbera Kurd û Kurdan de bidin destpêkirin, dê bibin zerermendên yekem. Ji ber ku dagirkeran tu carî berjewendiya tu aliyekî Kurd nexwestiye. Dagirker û dijminên Kurdan dixwazin hinek partiyên Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û gava ku karê wan bi wan qediya jî, wan wek kole û xulam dibînin.”

Mihemed Nesredîn behsa metirsiyên şerekî wiha kir û got: “Nabe ku tu partiyeke siyasî ya Kurd li her parçeyekî Kurdistanê hevkariya artêşa dijmin bike û şerê Kurdan bike. Ji ber ku di şerekî wiha de tenê yê serkeftî dagirker û dijminên gelê Kurd in û yên têkçûyî jî gelê Kurd û berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd in.”

Her wiha çavdêrî siyasî Mihemed Nesredîn amaje bi wê yekê kir ku “Li herêmê guhertinek heye û derfet ji Kurdan re çêbûye ku berjewendiyên xwe biparêzin û destkeftên nû bi dest bixin. Tirsa dagirkeran ew e Kurd destkeftên din bi dest bixin. Ji ber vê yekê dagirker serî li şerê Kurd û Kurd didin. Her aliyê ku bibe sedema şerekî wiha, dibe sedema wê yekê ku gelê Kurd wan destkeftên xwe ji dest bide ku li her parçeyekî Kurdistanê bi dest xistine.”

‘BERJEWENDIYA GELÊ KURD DI YEKÎTÎ Û YEKHELWESTÊ DE YE’

Mihemed Nesrîn di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Başûrê Kurdistanê di şerê Kurd û Kurdan de xwedî ezmûneke tal e, hemû destkeftên Kurdan li başûrê Kurdistanê di encama yekîtiya li hember dijminan de hatine bidestxistin. Hemû têkçûn û jidestdana %51’ê xaka başûrê Kurdistanê jî encama parçebûna aliyên siyasî bû, lewma nabe ew ezmûna tal ku li başûrê Kurdistanê qewimî, li tu beşekî Kurdistanê di nava tu hêzên Kurdistanî de dubare bibe. Hemû Kurd li seranserê cîhanê baş dizanin ku berjewendiya gelê Kurd di yekîtî û yekhelwestê de ye û ziyana herî mezin ew e ku aliyên siyasî yên Kurd di nakokiyên siyasî de li hemberî hev hêzê bi kar bînin.”