Li Silêmaniyeyê piştî êrîşê hilberîna gaz û elektrîkê hate rawestandin

Li herêma Silêmaniye ya Başûrê Kurdistanê, li qada gazê ya Kormorê ku bû hedefa êrîşa bi fuzeyan, hilberîn hate rawestandin.

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê, li hemberî qada gazê ya Kormorê ku ya Şîrketa petrolê ya Dana Gas e, bi şev êrîşek hate kirin. Çavkaniyên ewlekariyê diyar kirin ku bi fuzeyên bi tîpa katyûşa êrîş hatiye kirin. Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Di daxuyaniya Şîrketa Dana Gas de hate ragihandin ku piştî êrîşê hilberîna gazê hate rawestandin.

Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê jî diyar kir ku ji ber rawestandina hilberîna gazê, hilberîna elektrîkê jî rawestiya ye. Wezaretê ragihand ku ji ber rawestîna hilberînê windahiyek ji 2800 megawatê heye.

Hilberîna gazê ya li Kormor û Çemçemalê ji aliyê Şîrketa Dana Gas a li Mîrnişînên Ereb tê kirin. Qada Kormorê sala 2007'an hate avakirin û piştî salekê dest bi hilberîna gazê kir. Kormor di salên 2022 û 2023'an de jî bû hedefa êrîşan.