BI DÎMEN

TAJÊ li Şengalê kona çalakiyê veda

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajarê Şengalê konê çalakiyê veda.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda bajarê Şengalê di bin dirûşmeya ‘Kes nikare roja me tarî bike’ kon veda. Her wiha li ber kona çalakiyê Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê standa pirtûkên Abdullah Ocalan danîn.

Konê çalakiyê ku wê sê rojan dewam bike, di roja yekemîn de Meclîsa Gel a Guhbel, Zorava û Navenda Şengalê amadebûn. Wê her roj meclîsên gund û bajarokan seredana kona çalakiyê bikin. 

Konê çalakiyê her roj di saet 09:00'ê sibehê de tê vekirin, heya saetên êvarê bi amadebûna meclîs, sazî û rêxistinên Şengalê wê axaftin bên kirin, ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên guhdarkirin û peyam bên dayîn.