BI DÎMEN

Tekîn: Em ê îradeya gelê xwe hem berî hem jî piştî hilbijartinê biparêzin

Hevseroka Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi bicihkirina hilbijêran li Kurdistanê li pey lîstikên qirêj e.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê li gelek bajarên ku nikare di hilbijartinê encama dixwaze bi dest bixe, hilbijêrên xwe bi cih dike. Bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî re qeyûmên ku li Kurdistanê dest danîne ser şaredariyan, bi rêya desthilatdariyê li pey lîstikên nû ne. Hate tespîtkirin ku ji niha ve li gelek navçe û bajarokan bi rengekî bêûsûlî hilbijêr hatine bicihkirin. Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî mijarê dixebite û li gelek deveran li vê bêûsûliyê îtiraz kir. Îtirazên DEM Partiyê jî ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve hate redkirin. Demeke kurt beriya pêkhatina hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an li gelek bajaran bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêr hatine qeydkirin.

Hevseroka Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Pinar Sakik Tekîn têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Koalîsyona desthilatdariyê ya ku nikare xwe li destketiyên partiya me û gelê me rabigire, li gorî encamên hilbijartinên 2019'an dest li rewşê werdide û bi veguhestina hilbijêran hewl dide bandorê li ser encamên hilbijartinê bike. Bi taybetî li gelek bajarên Kuredistanê hilbijêrên seyar bi cih dike. Desthilatdariyê ku di du serdemên derbasbûyî de weke dewama Plana Şark Islahatê dest danî ser îradeya gel û rezîltiya tayînkirina qeyûm kir, careke din di hilbijartinê de li pey hîleyan e. Li gelek deveran vê yekê dike, ji ber ku li deverên ku di hilbijartinên 2019'an de bi encameke kêm winda kir, hilbijêran vediguhezîne."

Pinar Sakik Tekîn ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP zane ku li Kurdistanê nikare şaredariya bi dest bixe, lewma serî li bêûsûltiyê dide û got, "Bi veguherstina hilbijêran dixwaze bi ser bikeve. Li hemberî vê siyaseta sûc em bêdeng namînin. Em ê giliyê yên ku dibin şirîkê vê kiryarê bikin. Em ê nîşanî wan bidin bê demokrasî çawa ye. Me li Kurdistanê pêşhilbijartinek pêk anî ku jê re 'Şahiya demokrasiyê' dibêjin û me nîşanî wan dan ku demokrasî çi ye. Bi rêya vê pêşhilbijartinê me demokrasî di dilê gel de bi cih anî. Weke partî em dixebitin ku gelê xwe bigihîne cihê dengdanê û şert û mercan biafirînin ku karibin îradeya xwe ya siyasî nîşan bidin. AKP li cihê ku fêhm dike winda dike, serî li êrîşên qirêj dide. Em ê van êrîşan di dengdanê de têk bibin."

LEŞKER Û POLÎS WEKE HILBIJÊR HATIN VEGUHESTIN

Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku weke partî li gorî daneyên gihîştine wan, ji Derya Reş hilbijêr ber bi Kurdistanê ve hatine veguhestin û got, "Li deverên ku adresa xwe nîne hilbijêr hatine qeydkirin. Bi taybetî li navçeyên Pasûr, Hezro û Egîlê yên Amedê hatine veguhestin. Me tespît kir ku hilbijêrên li van deveran hatine veguhestin leşker, polîs û xizmên wan e. Weke partî me îtirazên xwe li desteya hilbijartinê ya navçeyê kir, lê belê gotin 'ev hilbijêr wezîfedarên fermî ne' îtirazên me hatin redkirin. Ji ber vê yekê me serlêdaneke giştî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind kir. Niha em li benda bersiva ji wê derê ne. Ji bo li Kurdistanê hilbijartineke demokratîk pêk were em li bendê ne ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind bi erk û berpirsyariya xwe rabe. Li dijî vê desthilatdariyê ku bi rêya qeyûman hewl dide îradeya gel desteser bike, em ê ya pêwîst ji niha û pê ve jî bikin. Em ê ya ku ji me hatiye wergirtin ji wan bistînin, ji bo vê em dixebitin. Partiyek bê gel, gelekî bê partî nabe, em ê nîşanî wan bidin bê çawa piştevaniya hev dikin. Ji îrade û destketiyên gel ditirsin. Haya me ji vê yekê heye. Em li Kurdistanê bi dengekî bilind destketiyan werdigirin. Em rêjeya dengê xwe weke nîşaneya siyaseta xwe ya demokratîk dibînin."

'EM Ê ÎRADEYA GELÊ XWE BIPARÊZIN'

Tekîn bal kişand ser girîngiya hilbijartinên xwecihî û got, "Divê em baldar û berpirsyar bin. Divê em karekî gelekî bi baldarî bimeşînin. Em ê hemû neheqiyên di dema hilbijartinê de li me têne kirin teşhîr bikin. Em ê bi gelê xwe vê pêvajoyê bimeşînin. Ji ber vê yekê gelek kar dikeve ser gelê me. Weke DEM Partî em karê xwe li ser daneyan dimeşînin. Em soz didin ku îradeya gelê xwe hem di hilbijartinê de hem jî piştî hilbijartinê biparêzin."