BI DÎMEN

Dîmenê sûcên şer ên artêşa Tirk careke din hate kişandin

Dîmenê êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer ên artêşa Tirk a dagirker hatin weşandin, ku li qada Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla hatin bikaranîn. Di êrîşan de 4 gerîla şehîd bûn.

Artêşa Tirk a dagirker her roj sûcekî nû yê şer dike. Dîmenê êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer hate weşandin, ku artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê li dijî gerîla hatin bikaranîn.

Bandora êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer ên li ser çeperên berxwedanê hate qeydkirin.

Di van êrîşan de 4 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di 18 û 20'ê Kanûna 2023'an de li ser êrîşan ev agahî dabû:

"14, 15 û 16'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya li herêma Metînayê, çeperên me yên şer 41 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin. Her wiha carekê bi bombeya taktîk nukleer hate bombekirin.

18'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê, çeperên me yên şer 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin."