BI DÎMEN

'Heta tecrîd bê şikandin em ê di nava çalakiyê de bin'

Berdevka Koordînasyona TAJÊ Rîham Hico di çalakiya konê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de got, “Heta tecrîd bê şikandin wê têkoşîn û çalakiyên me dewam bike.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo piştgiriya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî” çalakiya konê li navenda Şengalê bi dirûşmeya “Kes nikare roja me tarî bike” dabû destpêkirin.

Di roja yekem a çalakiyê de endamên Meclîsa Guhbel, Zorava û Şengalê serdana çalakiya TAJÊ kirin.

‘JINÊN ÊZIDÎ JI BO RÊBER APO NAME NIVÎSÎN’

Di serdanê de Berdevka koordinasyona TAJÊ Rîham Hico axivî û diyar kir ku wan bi armanca piştgiriya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî” çalakiyên curbicur pêk anîne û wiha got, “Em weke gelê Şengalê azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Di 21’ê Cotmehê de Rêveberiya Xweser a Şengalê pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ dabû destpêkirin. Weke TAJÊ me jî beşdariya xwe ya vê pêngavê ragihand û her wiha me pêşengî kir. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo me gelek xebat û çalakî pêk anî. Yek ji wan jî jinên Êzidî ji bo Rêber Apo name nivîsîn. Di van nameyan de jinan hestên xwe û îdîayên xwe yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo nivîsandin. Di vê çarçoveyê de me îro çalakiya konê da destpêkirin. Ev çalakî bi dirûşmeya ‘Kes nikare roja me tarî bike’ destpê kir û dê 3 roj berdewam bike. Hemû sazî û dezgeh wê werin serdana vê konê. Di çalakiya konê de wê ramanên Rêber Apo bên nîqaşkirin.”

'HER SAL TECRÎD GIRANTIR DIBE’

Rîham Hiço, bibîr xstin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 26 sal e li Îmraliyê dîlgirtiye û wiha domand, “Dîlgirtina Rêber Apo ne tenê bi destê dewleta Tirk, bi destê hêzên tarî ên ku qaşo qala mafê mirovan û azadîxwaziyê dikin ve hat kirin. Tecrîda li ser Rêber Apo her sal girantir dibe. Bi taybetî piştî sala 2015’an ev zext dijwartir bûn. Rêber Apo ji tevahiya mafên xwe bêpar hat hiştin. Wek gelê Êzidî em bi vê çalakiya xwe xwedî li Rêbertî û xwe derdikevin.”  

'HETA TECRÎD BÊ ŞIKANDIN EM Ê DI NAVA ÇALAKIYÊ DE BIN’

Hiço, da zanîn ku heta pergala dîktator a ku tecrîda li Îmraliyê giran dike hilneweşînin wê dev ji çalakiya xwe bernedin û wiha got, “Em ê têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo û şehîdên xwe berdewam bikin. Li hemberî her cure êrîş dê berxwedana me weke civaka Êzidî dewam bike. An em ê li Şengalê bi ramanên Rêber Apo xweseriya xwe ava bikin û azad bijîn, an jî em ê li ser axa xwe ya pîroz bi rûmet şehîd bibin.”

'RÊBER APO LI DIJÎ DESTHILATDARIYÊ RABÛ’

Hevserokê Meclîsa Gel a Guhbel Emer Parso jî wiha got, ''Bi sedan sale gelek netew di bin zilma desthilatdariyê de li cîhanê dijîn. Desthilatdarî li dijî xwe serî hildan qebûl nake. Rêber Apo li dijî desthilatdariyê û zilmê rabû. Rêber Apo ji bo azadiya gelan li dijî desthilatdariyê dest bi têkoşînê kir. Îro bi mîlyonan mirov xwedî li vê têkoşîna rewa derdikeve. Weke gelê Êzidî, em ê ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyê de bin.”