Li Erziromê berf: Rêya 517 gundan hate girtin

Li Erziromê ji ber berfa zêde ku ev du roj in dibare, herî kêm rêya 517 gundan hate girtin.

Li Erziromê ev du roj in bênavber berfi dibare û bandoreke neyînî li ser jiyana gel dike. Li navçeyên bajar rêya 517 gundan hatin girtin. Li gorî agahiyan; li navçeya Qerecobanê rêya 172 gundan, li Qereyaziyê rêya 147 gundan, li Tatosê rêyên 116 gundan, li Çatê rêyên 82 gundan û li herêma Ovacik a girêdayî navçeya Êspîrê jî rêyên gelek gundan hatin girtin. 

Di heman demê de li gundê Burnaz ê Qereçobanê axûra welatiyekî ji ber berfê tebiqî û mî yek mir. 43 mî jî bi alîkariya şêniyên gund hatin xelaskirin. Ji ber bager û bahozê li ser rêyên gundên ji rêyên sereke dûr tu xebat nayên kirin.