BI DÎMEN

Ji ber krîza aboriyê tenûr sincirî

Li Colemêrgê gelek malbatan li hemberî bihabûnê dest bi lêxistina nan a li tenûrê kirin.

Ji ber krîza aboriyê buhayê ard û nên zêde bû. Lewma jî mirovan dest bi lêxistin nanê tenûrê kirin. Emîne Tekçe ya ji Colemêrgê anî ziman ku ji ber bihabûna nên, ew nanê tenûrê lêdixin.

Ji ber buhabûna xurekê, mirovan dest bi wergirtina tedbîran kirin. Ji ber krîza aboriyê mirovên li bajaran jî dest bi lêxistina nanê tenûrê kirin. Di sala 2023'an de li Colemêrgê nan bi 7 TL, 50 kîlogram kîsê ard bi 650 TL'yî dihate firotin. Ji ber bihabûna xurekê, tê gotin buhayê ard û nan wê rojên bê zêdetir bibe.

Emîne Tekçe ya li navenda Colemêrgê ye, ji ber bihabûna nan li mala xwe tenûrek çêkiriye û nan lê dixe. Bi alîkariya cîran û xizmên xwe nanê xwe li mala xwe lê dixe. Tekçe anî ziman ku pîrka wê û dayika wê jî nan li tenûrê dixin û got, "Ji ber ku em li navenda bajêr in, me nikarîbûn nan li tenûrê bixin. Bi krîza aboriyê re me careke din destpê kir ku nan li tenûrê bixin. Nanê firnê gelekî biha bûye, nanê tenûrê hîn erzan e."