Bi sedan ji koçberên Şengalî ji bo vegera li Şengalê navê xwe qeyid kirin

Li gorî rapora IOM’ê di sala 2023’yan de zêdeyî 5 hezar kes ji kampên koçberan vegeriyan Şengalê. Niha ev hejmar zêdetir dibe. Bi sedan ji koçberên Şengalê ji bo vegerê navê xwe qeyid dikin.

Di fermana sala 2014'an de xelkê Êzidî û bi taybet xelkê Şengalê li tevahiya dinê belav bû û hejmara herî zêde jî li Başûrê Kurdistanê bi cih bû.

Li seranserî Kurdistanê zêdeyî 26 kampan hene û ji wan jî piraniya xwe li parêzgeha Duhok in. Ji van kampan deh jê yên xelkê Şengalê ne. Her wiha kampeke Êzidiyan li parêzgeha Silêmaniyê jî heye.

Li gor rapora IOM di sala 2023'yan de zêdeyî 5 hezar kes ji wargehan vegeriyane Şengalê. Niha ev hejmar hîn zêdetir dibe.

Wezareta koç û koçberan a Iraqê jî ragihand ku divê hemû koçberên Şengalê vegerin ser cih û warên xwe. Lê hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî diyar kir ku ew ne amadene wan koçberan vegerînin. Heya niha wezarata koç û koçberan a Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ser şandina koçberan li hev nekirine.

Ji xelkê Şengalê yên di wan kapman de jiyan dikin berê xwe didin ofîsa vegerandina wan û navê xwe qeyid dikin. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, heya niha zêdeyî 2 hezar kesan navê xwe qeyid kirine ku vegerin Şengalê.