NÛ BÛ

Konê ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye vedan di roja 2'an de didome

Konê azadiyê ku li Şengalê hatiya vedan di roja duyemîn de dewam dike. Meclîsên Ereban serdana kon kirin û diyar kirin ku hemû pêkhateyên Şengalê wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin. 

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî' ku ji aliyê rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê ve hatibû ragihandin, konê azadiyê vedan. 

Konê azadiyê wê sê rojan dewam bike. Îro meclîsên gel ên gundewarên Erabê Bîrcarî û Medîban her wiha Meclîsa jinên Ereb, tevî asayîşa Êzdîxanê, Meclîsa Duhla û Borik jî di nav de gelek kesan serdana kon kirin. 

Di axaftinên hatin kirin de biryara bihêzkirina têkoşîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş. 

‘JI BO AZADIYA RÊBERÊ MIROVAHIYÊ TÊBIKOŞIN’

Li ser navê Meclîsa Gundewarên Ereban Ebû Seger ku Hevserokê Meclîsa Gundewarên Ereban e, di serdanê de axivî û ev tişt anî ziman: “Bi armanca xurtkirin û piştgiriya me serdana konê çalakiyê kiriye û em ê tevahiya pêkhateyên Şengalê ji bo azadiya Rêberê mirovahiyê têbikoşin. Bi girtina Rêber Ocalan xwestin temenê desthiladariya xwe li ser gelên Rojhilata Navîn dirêj bikin. Tecrîda li ser Rêbertî ya di nava çar dîwarên Îmraliyê de jî planek ji komploya navneteweyî ye.”

Li ser nave jinên Ereb jî Fatima Muhemed axivî û got, “Em di serî de bêdengiya saziyên navdeweletî a li hember bê edaletiya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Di serî de em bang li NY’ê û tevahiya welatên ku mafê mirova diparêzin dikin, di dema herî kurt de Rêber Apo azad bikin û ji nava çar dîwaran derxin.”

Piştre axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin guhdarkirin û bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” axaftin bi dawî bûn.

Di saetên piştî nîvro de jî asayîşa Êzidxanê serdana kon kir û piştgiriya xwe  ji bo çalakiyê dan diyarkirin.

Konê azadiyê wê sibe jî dewam dike.