Li Colemêrgê qeyûm û AKP di binê 'berfê' de man

Qeyûm û AKP li Colemêrgê di binê berfê de man. Ji ber ku qeyûmê dagirker ti kar nekiriye, şêniyên herêmê 3 roj in li malên xwe asê mane. Dikandaran nekarîn dikanê xwe vekin, bi hezaran wesayit di binê berfê de man.

Li Colemêrgê ji ber berfê di serî de navenda bajêr rêyên gelek tax û gundan hatin girtin. Ji ber vê yekê jî şêniyên herêmê 3 roj in li malên xwe asê mane. Qeyûmê ku dest daniye ser Şaredariya Colemêrgê ya ji DEM Partiyê, ji ber ku karekî nake dibe sedema nerazîbûnan.

Dikandarên ku hêviya xwe ji rêveberiya qeyûm birîne, pêşiya dikanên xwe, şênî jî pêşiya malên xwe û rê bi bêrê paqij dikin. Ji ber ku berfê rê girt, wesayit nikarin bixebitin. Her wiha gelek nexweş jî nekarîn derbasî nexweşxaneyê bêne kirin.

Li bajêr ji ber berfê rêya 400 gundî hate girtin. Gundî bi rojane li gund asê mane. Nexweş nekarîn biçin nexweşxaneyê.

'LI COLEMÊRGÊ ŞAREDARÎ NÎNE'

Ji şêniyên Colemêrgê Ahmet Demîr anî ziman ku di ser barîna berfê re çend roj derbas bûne, lê belê tevî vê yekê jî rê nehatine vekirin. Demîr diyar kir ku şaredarî ti karî nake û got, "Beriya 3 rojan berf beriya. Di ser barîna berfê re 3 roj derbas bûn. Şaredariyê ti kar nekiriye. Wesayit di binê berfê de winda bûne. Bajar tevizî ye, jiyan rawestiya ye. Em nikarin xwe bigihînin navenda bajêr, dikandar nikarin dikanên xwe vekin. Ji ber ku şaredarî naxebite, şêniyên herêmê hewl didin rê paqij bikin. Dikandar hewl didin pêşiya dikanên xwe paqij bikin. Şaredarî li Colemêrgê nîne."

'BI DEREWAN EV KAR NABE'

Yilmaz Tekîn jî anî ziman ku Colemêrg di binê berfê de maye, lê şaredarî radizê. Tekîn diyar kir ku li bajêr jiyan sekinî ye û got, "Rêveberiya şaredariyê û qeyûm di binê berfê de mane. Qeyûm pêşiya şaredariyê jî paqij nekiriye. Qeyûm û AKP wê çawa vî bajarî bi rê ve bibin. Bi derewan ev kar nabe."