BI DÎMEN

Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand, ku li navçeya Elbak a Wanê ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya ku 4'ê Mijdara 2023'an hate lidarxistin, ev daxuyanî dabû.

"4'ê Mijdarê saet di 10:30'î de li li ser rêya ber bi qereqola Xwelînkê ya li navçeya Elbakê, bi rêbaza sabotajê li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo hate xistin. Di ecama çalakiyê de wesayit bi temamî îmha bû û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji bo hilanîna tola hevrêyên me Yûsûf Pîrosî, Şoreş û Deyndar hate lidarxistin."