BI DÎMEN

'Desthilatdarî ola Îslamê bi kar tîne'

Akademîsyen û alimên olî yên tevlî Konferansa Îslama Demokratîk bûn, diyar kirin ku ol li ber destê desthilatdaran bûye mîna hêzekê, lewma ji armanca xwe hatiye dûrxistin.

Akademîsyen Fadil Bedîrhanoglû anî ziman ku dewlet hewl dide bi bikaranîna olê bigihêje armancên xwe û hişyarî da Kurdên Misilman.

Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Amedê li Amedê 'Konferansa Îslama Demokratîk' hate lidarxistin. Konferans li avahiya xizmetê ya Yekîtiya Odeyên Sanatkar û Dikandaran a Amedê pêk hat û ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek alimên olî, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û akademîsyen tevlî bûn. Alim û akademîsyenên tevlî konferansê bûn ji ANF'ê re axivîn.

DEWLET HEWL DIDE JI OLÊ HÊZÊ WERBIGIRE Û BI KAR BÎNE

Akademîsyen Fadil Bedîrhanoglû anî ziman ku dewlet olê weke amûreke desthilatdariyê bi kar tîne û got, "Dewlet hewl dide hêzê ji olê werbigire, bi kar bîne û bi vî rengî armancên xwe pêk bîne. Nêta xwe nîne ku bi bikaranîna olê tiştên baş bike. Yekane armanca xwe ew e ku xwe pê xurt bike û ola Îslamê weke hêzekê ji bo xwe bi kar bîne. Li gel vê yekê dixwaze hîn bêhtir neheqî, zordarî û binpêkirina mafên mirovan bike. Îslam tê wateya xweradestkirina li rastiyê ye. Ola Îslamê kesayet û rûmeta mirovan dide pêş. Binpêkirina rûmeta mirovahiyê li ti olê nayê, li gorî ti olê maf û helal nîne. Divê gelê Kurd nekeve bin bandor û desthilatdariya kesî, rastî û rasteqînî li ku be divê li wir be. Gelê Kurd divê li gorî yekîtiyê tevbigere. Kî ji bo gelê Kurd yekîtiyê pêk tîne, kî mafê wan dixwaze û ji bo wê têdikoşe divê bi wê hêzê re bibe yek û zilmê ji holê rake. Di rewşeke berevajî de wê bela wela bibe û timî neheqî û zilm lê bê kirin."

EŞKERE YE BÊ ÇIQASÎ QÎMETÊ DIDE JINAN

Endama Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Hatîce Şeker bal kişand ser cihê jinan a di nava feraseta Îslama Demokratîk de û got, "Feraseta Îslama Demokratîk feraseteke piralî ye, beriya her tiştî divê ev yek bê destnîşankirin. Li ser bingeheke xweşbîniyê ya ji cihêrengiyê, jiyaneke ku mirov dikare fikra xwe îfade bike, pêşkêşî me dike. Ji xwe dema mirov bala xwe didin ser dîroka Îslamê gelek mînakê vê heye. Dema ku mirov bala xwe dide ser dîroka Îslamê û beriya wê, hingî fîgurên Hz. Ayşe, Hz. Zeynep, Hz. Hatîce û Hz. Meryem hene. Dema ku mirov li gorî şert û mercên wê demê dinirxînin, bi rastî jî ji bo civakê bi mîsyona pêşengiyê rabûne. Di dema cahîliyeyê de Hz. Hatîce li wê cografyayê pêşengî ji bazirganiyê re dikir û di dema pêxemberiya Hz. Mûhammed de piştgiriyeke mezin da wî. Nêrîna ola Îslamê ya li jinê bi vî rengî şênber e. Îro Îslam û olên din li ber destê sîstemê kirine maşikek ku civakê pêk bimeşînin. Vê yekê bi taybetî jî di şexsê jinê de dikin. Nêzîkatiyên ku jinê weke metayê dibîne, em ti carî qebûl nakin. Dema ku dîroka Îslamê bi rengekî rasteqîn bê lêkolîn wê were dîtin bê qîmeteke çawa dide jinê."

JIYANEKE LI SER BINGEHA MAF Û EDALETÊ

Bal hate kişandin ser girîngiya vegotina oleke olî ya azad û hate gotin, "Armanca bingehîn a ol ew e ku mirovan azad bike. Mirov bi îradeya xwe dibe mirov. Xwedê ol ji mirovan re şand ji bo mirovahî bibe xwedî îrade. Ol zordarî û zehmetî nîne, ol azadî ye. Li Rojhilata Navîn û hemû alema Îslamê ol weke amûreke zordariyê tê bikaranîn. Gelê Kurd divê beriya her tiştî armanc û fikrê ol fêhm bike. Armanca olê ne tenê rojî û nimêj e, armanca ola Îslamê jiyaneke bi rûmet a ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Ola Îslamê jiyaneke li ser bingeha maf û edaletê ya mirovane diparêze. Mixabin desthilatdarî li gorî îdeolojiya xwe nêzîk dibe. Îro her mezheb, îdeolojî û tarîqat olê li gorî xwe şîrove dike. Ev yek teqez rast nîne. Divê em vê yekê baş fêhm bikin."

LI DIJÎ ÎSLAMA DESTHILATDARIYÊ, ÎSLAMA DEMOKRATÎK

Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk Pîr Zeynel Kete jî anî ziman ku cografya Rojhilata Navîn xwedî gelek çand û olan e û got, "Nasnameyên cuda yên etnîkî bi komkujî û qirkirinê re rû bi rû tên, nasnameyên cuda nayên qebûlkirin. Vê yekê jî dispêrin cihekî Quranê. Îslama desthilatdariyê ev bi xwe ye. Ji ber vê yekê divê Îslama Demokratîk bi cih bê anîn."