'Di 31'ê Adarê de em ê serketinê bikin diyarî ji gelan re'

DEM Partiyê li Amedê namzetên xwe yên hevşaredariyê da nasandin. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di danasîna namzetan de berxwedana li zindanan silav û got, "Em ê teqez bi ser bikevin. Di 31'ê Adarê de em ê serketinê diyarî gelan bikin."

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo danasîna namzetên xwe yên hevşaredariyê li Amedê bernameyek li dar xist. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenter, namzetên hevşaredariyê û gelek kes tev li bernameya danasînê bûn. Danasîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.

Di bernameyê de ji ewil li ser navê malbata siyasetmedarê kurd Edîp Solmaz, Hasan Solmaz axaftineke kurt kir. Solmaz, diyar kir ku Edîp Solmaz îfadeya feraseta kolektîf e ku dînamîkên herêmî bi însiyatîfa xwe ava kirine û wiha got: "Ya din jî têkoşîna tevgera azadiyê ya bi rêbazên demokratîk e ku ev yek encama girseyîbûna wê ye. Seknekî girseyî yên gelê kurd, encama nirxên ji hêla rêhevalên weke Edîp Solmaz afirandin in.”

Piştre jî Nacî Sonmez ku kurê Şaredarê Fatsayê Fîkrî Sonmez ê bi navê “Terzî Fîkret” tê naskirin, Nacî Sonmez axivî. Sonmez, wiha got: “Hatina min a îro ya Amedê nîşan dide ku Fatsa hêj dijî û şopên girîng ên Terzî Fîkrî li dîrokê hiştî tên şopandin. Di rêveberiyên xwecihî yên li Rojava de ez vê rastiyê dibînim.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bal kişand ser Nobeta Edaletê ya li Enqereyê hatiye destpêkirin. Hatîmogûllari, wiha domand: “Doza me doza gelê kurd e ku ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe têdikoşe û doza têkoşîna elewiyan a ji bo hemwelatîtiya wekhev e. Têkoşîna me têkoşîna jinan, aktivîstên ekolojiyê, karker, kedkar û feqîran e. Di 31’ê adarê de em ê teqez serbikevin. Bêyî ku tu kesî li derve bihêlin em ê xizmeta kurd, tirk, elewî, suryan hwd. bikin. Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin. Êrişên qeyûman ên bizanebûn hem li ser destkeftiyên jinan û hem jî li ser zimanê kurdî bûn. Hevşaredar û endamên meclisê xistin girtîgehan.”

Hatîmogûllari, bi lêv kir ku dê di 31’ê Adarê de serkeftina xwe diyarî gel bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Serkeftina Amedê bandorê li hemû herêm û welat dike. Dema me DEM partî bi serkeftî ji sindoqan derxist û nexşe bi rengê binefşî xemiland, teqez em ê bi ser kevin. Ji bo vê serkeftina dîrokî divê em mal bi mal bigerin. Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinan e.Têkoşîna me ji bo azadiya hemû karker, jin û kedkarên li vê erdnîgariyê di bin zextê de dijîn e. Di serî de hevserokên me, dizanim ku dê her kes bi berpirsyartiya xwe rabe û bi ruhê seferberiyê tevbigerin. Bi vê bîr û baweriyê we tevan silav dikim. Em ê teqez bi ser kevin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî diyar kir wan li hemberî zordestî, zilm û kuştinên kiryarnediyar li ber xwe dane. Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke gelê kurd em demokrasiyê hînî vê dewleta zalim û vê nêzîkatiya navendîparêz dikin. Hema bêje me statuyeke fermî daye pergala hevserokatiyê. Hemû cîhan hewl dide ku pergala hevserokatiyê fêm bike. Me got kurdên ku hem bi berxwedan û têkoşîna xwe hem jî bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ji cîhanê re bûne mînak bila careke din ji cîhanê re bibin mînak. Hûn di her kêliyên dijwar de bi alîkariya me hatin, we mînakeke mezin a demokrasiyê raber kir û ev pêşhilbijartin bi serkeftî bir encamê. Mînaka demokrasiyê ya ku we îro derxistiye holê, dê bibe modêla ku kurdan di dîroka demokrasiyê de daye cîhanê.”

Bi domdarî Bakirhan destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û pergal hewl dide vîna wan jinedîtî ve bê. Bakirhan, daxuyand ku îktîdarê digot qey dema du caran qeyûm tayîn kirin dê kurd êdî nema bikarin serê xwe rakin û axaftina xwe wiha qedand: “Gotin, heke em Demîrtaş û Kişanakê biavêjin hefsê dê kurd paşvegavê biavêjin. Qeyûm tê wateya diziyê, hejariyê, nelirêtiyê. Dijminê navê Mûsa Anter û hebûna kurdan in. Em ê li karê xwe binêrin û ji bo civaka kurd bi awayekî azadtir û zelaltir were birêvebirin bixebitin. Di wê baweriyê de me ku di 31'ê adarê de gelên bindest, feqîr, kurd û feraseta demokratîk a rêveberiyên herêmî wê bi ser bikevin. Em ê yek bi yek hesabê ji tevahiya qeyûman bipirsin.”

Piştî axaftinan, herî dawî jî li gorî alfabeyê namzetên hevşaredariyan ên bajar û navçeyan li ser dikê hatin vexwendin.