Ji bo Meşa Azadiyê ya Mezin bang hate kirin

Hevserokê Amedê yê MED-TUHAD FED’Ê Kerem Canpolat banga tevlîbûna Meşa Azadiyê ya Mezin kir ku 1’ê Sibatê wê li dijî tecrîdê bê lidarxistin û got: “Ji bo azadiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê divê tecrîd bi dawî bibe.”

Ji bo rakirina tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê û ji bo pirsgirêka Kurd bi demokratîk çareser bibe û azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê, li bajarên Kurdistanê ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ tê destpêkirin. Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî û gelek rêxistinên civakî yên sivîl meş wê 1’ê Sibatê destpê bike. Her wiha wê di salvegera Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê de bi dawî bibe.

Hevserokê Amedê yê MED-TUHAD FED’ê Kerem Canpolat têkildarî tecrîdê nirxandin kir û banga tevlîbûna meşê kir.

MEŞA AZADIYÊ YA MEZIN

Canpolat diyar kir ku çalakiyên pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku 10’ê Cotmeha 2023’yan li 74 navendên cîhanê hate destpêkirin, didomin. Canpolat anî ziman ku grevên birçîbûnê li girtîgehan hate destpêkirin û ev zêdeyî 65 roj in didomin. Canpolat ragihand ku li gel vê yekê çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan jî didome û ev tişt got: “Gelê Kurd li dijî tecrîdê li ser piyan e. Ti aliyê mirovî, exlaqî û wijdanî yê tecrîdê tune ye. 25 sal in tecrîda mutlaq didome û ev 3 sal in ti agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ne dikare bi malbat ne jî parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo ku kampana û pêngavên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin hîn bêhtir bikevin rojeva gel, gelek xebat tên meşandin. Yek ji van jî meşa azadiyê ye ku em ê 1’ê Sibatê bidin destpêkirin. Li gelek bajarên Kurdistanê bi tevlîbûna gelê me meş wê ji du aliyan ve destpê bike. Meş wê ji Qers û Wanê, yanî ji du aliyan ve destpê bike.”

Canpolat diyar kir ku meş wê 15’ê Sibatê bidawî bibe û got: “Hingî ku tecrîd bidome, Kurdistan wê bi polîtîkayên şer di bin mêtingeriyê de be. Ne tenê Kurd, hem gel û civak di bin tecrîdekî de ne. Divê demildest tecrîdê bidawî bibe.”

‘MIFTEYA ÇARESERIYA MAYÎNDE LI ÎMRALIYÊ YE’

Canpolat destnîşan kir ku bi rengekî têrker tevlîbûn ji xebat û çalakiyên hatine kirin re çênebûye û wiha bilêv kir: “Gelê me xwedî li her çalakî û xebata ku li dijî tecrîdê tê kirin derdikeve û tevlî dibe. Lê divê xwedî derketineke hîn mezintir pêk bê. Ne tenê gelê Kurd divê hemû gel li dijî tecrîdê rabin ser piyan. Mifteya çareseriyeke mayînde li Îmraliyê ye. Ji bo bi dawîbûna şer jî azadiya Birêz Ocalan şert e. Ji bo azadiya hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê divê tecrîd bi dawî bibe. Ez bang li hemû gelê me û kesên demokratîk ên alîgirê aştiyê dikim ku tevlî Meşa me ya Azadiyê ya Mezin bibin ku wê 1’ê Sibatê bê lidarxistin.”