5 polîsan êrîşî nûçegihanê MA’yê kirin 

Nûçegihanê MA yê binçavkirî Mahmut Altintaş dema sewqî edliyeyê dihat kirin 5 polîsan êrîşî wî kirin. Altintaş ê ku lêva wî teqiya, ji bo raporê êrîşê bigire rakirin nexweşxaneyê. 

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mahmut Altintaş ê ku danê sibehê li Yenî Mahalle ya navenda Semsûrê dema nûçe dişopand hat binçavkirin, dema sewqî edliyeyê dihat kirin 5 polîsan êrîşî wî kirin. Altintaş ku der barê wî de biryara binçavkirinê heye birin Midûriyeta Emniyetê ya bajêr. Nûçegihan Altintaş bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" bi hinceta nûçeya ku li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir hat sûcdarkirin. Di îdiayên polîsan a ji 24 rûpelan pêk tê, hat îdiakirin ku 19 nivîsên Altintaş sûc in. 
Altintaş di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û diyar kir ku ev 35 meh in tu agahî jê nayên girtin, ev li dijî Destûra Bingehîn e û bi çêkirina nûçeyan dixwazin hişyariyê bidin. 

NÛÇEYÊN KURDÎ ŞAŞ HATIN WERGERANDIN
Altintaş da zanîn ku wergerên Tirkî yên nivîsên bi Kurdî yên ji aliyê Google Translate ve hatine çêkirin ne rast in û diyar kir ku ev nivîs di çarçoveya azadiya ramanê de ne. Nûçeyên 9’emîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  yên di rojameya Xwebûnê de hatiye weşandin û peykerê şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan parve kiribû, weke sûc tên nîşandan.

Altintaş diyar kir ku peyker aîdî jina Kurd a di şerê li dijî DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest da ye ku hemû cîhan weke rêxistina terorê qebûl dike û diyar kir ku hemû cîhan xwedî li berxwedana Koabnê derket. Her wiha nûçeyên Altintaş ên têkildarî dagirkirina Efrînê hatin pirsîn. Altintaş anî ziman ku îdiayên "Têkiliya Ajansa Mezopotamyayê bi rêxistinê re heye" ne rast in û destnîşan kir ku ev ajans rojnamegeriya gel dike. 

5 POLÎSAN ÊRÎŞ KIRIN 

Piştî xebatên polîsan bi dawî bûn Altintaş sewqî Dadgeha Semsûrê kirin. Altintaş ê ku li ber deriyê dadgehê serî netewand, ji aliyê 5 polîsan ve rastî îşkenceyê hat. Altintaş ê ku lêva wî teqiya, li ser daxwaza parêzeran ji bo rapora lêdanê bê girtin rakirin nexweşxaneyê.