Siyamend Muînî: Em ê tola xwîna ciwanên xwe ji celadan hilînin

Hevserokê PJAK’ê Siyamend Muînî, bidarvekirina ciwanên Kurd şermezar kir û got: “Em ê tola xwîna ciwanên xwe ji celadan hilînin.”

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PAJK) Siyamed Mûînî li ser medya dijîtal X’ê peyamek li ser bidarvekirina 4 ciwanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve belav kir. Di peyamê de tê destnîşankirin ku ji bo bidawîkirina dîktatoriyê têkoşîna şoreşgerî bûye tiştekî neçarî.

Peyama Siyamend Muînî wiha ye: “Bidarvekirina bi destên xwînmijan di destpêka şoreşa 1979’an de û bidarvekirinên li Girtîgeha Sineyê bûye karekî asayî ji bo Komara Îslamî. Ji bo bidawîkirina dîktatoriyê têkoşîna şoreşgerî bûye tiştekî neçarî. Ji Ferhad, Ferzad, Şîrîn û Elî heta Pejman, Mihemed, Muhsîn û Wefa, em hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê tola xwîna ciwanên xwe ji celadan hilînin.”